Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Muhendis Riza Xeyatî, Pêşmergeyê Azerîziman ê PDK Îranê di hevpeyvînek taybetî bi Agirî re

16:40 - 15 Nîsan 2012

Muhendis Riza Xeyatî: Min 35 bêsîmên cihgir û 200 bêsîmên gerok çêkirin û belav kirin û rejîm bi wî karî ketibû wehşet û tengasiyan û digot ku Îsraîlê ew tenzîmat birê xistiye

Hevpeyvîn: Kewêzer
Mêvanê vê carê ê Agirî kadroyê kevnar ê partiyê hêja muhendis Riza Xeyatî ye ku di seredana me pêre perde li ser beşek ji jiyana xwe û serpêhatiyên xwe avêt û bi vî awayî ji me re axivî.
Ez di sala 1934’an, li bajarê Xoy ser bi Kurdistana Îranê di malbatek Azerî de hatime dinê. Qonaxa seretayî û navendî a xwendinê min her li bajarê Xoyê qedand. Piştre ez bo dewreyên hînbûna kar û barên fennî bo Tehranê hatim şandin û ez bûm efserê kar û barê fennî ê Erteşa wê demê a rejîma Şah.
Piştre ez bo bajarê Mehabadê hatim veguhastin. Berî şoreşa 1979’an a gelên Îranê min li Mehabadê karê xwe didomand. Wê demê min navê PDK Îranê û nemir Dr. Qasimlo jî bihîstibû. Li wir ez tevî hevwelatiyek Mehabadî bûm heval û wî Dr. Qasimlo bi min da naskirin. Rewşa han berdewam bû heya şoreşa gelên Îranê li sala 1979’an. Rojekê hevalê min li deriyê mala min kuta û ez çûm berderî, min dît ku hevalê mine û got ku Dr. Qasimlo hatiye û dixwaze te bibîne. Ez çûm xizmeta Dr. Qasimlo û piştî pirsîna rewşa hevdu, Dr. Qasimlo got ku padigana Mehabadê hatiye girtin û di destê xelkê de ye, lê hin alavên kar û barên fennî hewce ne ku divê tu ji me re berhev bikî. Ez jî wê demê ku efserê dewletê bûm, hemû tiştên hewce min ji padiganê derxistin û radestî Dr. Qasimlo kirin.
Paşan rejîma Îslamî a Îranê êrîş kire ser Kurdistanê û padigan ji destê xelkê derxist. Dr. Qasimlo kerem kir ku me hewcehî bi radyoyekê heye. Xweş tê bîra min wê demê Dr. Qasimlo û kek Mistefa Hicrî li devera “Bagirdan” a Mehabadê daxwaz ji min kirin ku ez radyoyekê çêbikim. Min bi wan alavan ji PDK Îranê re radyoyek ava kir ku bi axaftina Dr. Qasimlo “Radyo Dengê Kurdistana Îranê” dest bi karê xwe kir û yekem bêjerê wê radyoyê jî birêz Mistefa Hicrî bû.
Hingê ez endamê partiyê bûm, Dr. Qasimlo dîsan daxwaz kir ku me hewcehî bi pêwendiyên rêk û pêk tevî her derê heye. Min dest avêtê û li midehek kêm de min 35 bêsîmên cihgir û 200 bêsîmên gerok çêkirin û belav kirin. Li rastî de rejîm bi wî karî ketibû wehşet û tengasiyê û digot ku Îsraîlê ew tenzîmate birê xistiye. Piştî wê berdewam radyoya me diket ber êrîşên rejîma Îranê û hertim li jêr topbaranan de bû û çendîn pêşmerge ji bo parastina vê radyoyê şehîd ketin. Carekê jî kek Mistefa Hicrî ji karesatek mezin derbas bû. Li rastî de derbasbûna wî muicize bû çimku me hêviyên xwe jêre ji dest dabûn ku ew ji wê bûyerê rizgar bibe.
Radyo Dengê Kurdistana Îranê heya niha 18 caran cihê xwe guhertiye ku hemû jî li jêr givaşên rejîmê de bûne, lê ez dîsan bi moralek bilind bi vê radyoyê re bûme, heya niha ku dawiya temenê min e, 33 sal e di vê radyoyê de kar dikim û tucar navestim.
Min îman bi karê xwe heye, çimku armancên min hene û PDK Îranê dê min bigîjîne wan armancan ku demokrasî û mafên netewan e. Ger wa neba di dema şoreşa gelên Îranê de her efserek rejîma Şah dikarî bi riya “UN” ê, derbasî derveyî welat bibe û dirêjî bi jiyana xwe bide, lê min ev yek nekir. Ez kesek im ku dema karekê destpê bikim, gerek bigîjînim encamê, û soza ku min ji Dr. Qasimlo re dabû, gerek ez bixim piratîkê. Dema ku ez amade bûm karê PDK Îranê bikim, Dr. Qasimlo gote min ku “me hewcehî bi hebûna te heye, tu soz didî ku bimînî?” min got: “Ezê bimînim” û her wa jî bû, tevî gişt pirsgirêkan ez mam. Diyare tenê ez nebûm, xincî ên ku şehîd bûne yan derkevtine derveyî welat, ez û mamosta “Çeko Rehîmî” û birêz “Şaho Husênî” bûn ku heya niha jî karê xwe di partiyê de berdewam dikin.
Pisporiya min di karên elekteronîkî de ye, lewma em kêmtir tûşî pirsgirêkên teknîkî dibûn û her derek ku me radyo lê dadina, min weşana demkî amade dikir ku ji bo rojekê jî dengê Kurdistana Îranê ji guhê xelkê neveqete. Bi taybetî di dema xebata çekdarî de ku şerr hebû, parazît li ser radyoya me pirr bû, lewma em neçar man ku ferekansên xwe zêde bikin. Min ferekansên radyoyê kirin 3 û li ser “41 metir, 60 metir û 75 metrî” me radyo belav kir ku bibû sedema wehşeta rejîmê û cihê dilxweşiya gelê Kurd û azadîxwazan ku dengê radyoyê tucar nedihat fetisandin.
Karên min ên teknîkê bandorên mezin hebûn, ger ew remzên ku min di radyoyê de bikar tînan neban, di dema xebata çekdarî de şehîdên me dê zêdetir biban.
Ji bo hurmetgirtin ji karê min jî, di dirêjiya wan 33 salan de Sekreterên Giştî ên PDK Îranê hertim bi min re bûne û hertim piştevanê min bûne. Dr. Qasimlo gote min ku ger em bigîjin serkevtinê, emê te weke “Jenral” bidin naskirin, û niha jî ez ji aliyê birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê ve wek Şêvirmendê Sekreter hatime diyarîkirin.
Kar û xebata ku ji mirovahî, demokrasî û mafên netewan re ji destê me hatî eva bû ku min jî mil dan ber wî karî. Her seba vê yekê, rejîmê hewil da ku sitûyê min xwar bike û tesîrê ji min bike, “hevjiya min girtin û xistin girtîgehê û wê di girtîgeha rejîmê de canê xwe ji dest da, lê ez sitûxwarê rejîmê nebûm”. Çimku di xebatê de gerek nexweşî, pirsgirêk û zehmetiyên wê bi dil û can bihên qebûl kirin, ger wa nebe xebat nikare bidome.
Hin caran pêtirî mehekê min xwarina gerim nedixwar, lê min nedihişt ku radyoya Dengê Kurdistana Îranê bo demekê jî sar bibe. Di warê jiyana min de jî birastî ez dixwazim bi vijdanek rihet bijîm û hest bikim ku ez tiştek dikim û xizmetek min ji xelkê re heye. Bi bawera min her rojek ji temenê mirov derbas dibe, gerek yan tiştekê hîn bibe, yan jî kes yan kesaneka hînî tiştekê bike. Nabe wa be ku îro derbas bû, û sibê jî wê bê.
Niha ez di dawiya temenê xwe de jî bi şanazî ve dinêrim xebata xwe û tesîra xebata min jî pirr bûye û herweha li ser malbata min bixwe jî ku niha kurek min bi hevjiya xwe ve pêşmergeyên PDK Îranê ne, û ez bi wan şanaz im û ewê ji min baştir û pêtir bikarin xizmetê bi vê partiyê bikin û ew her du jî di karên xwe de pirr serkevtî ne.
Eva ku ji her tiştekê pêtir min azar dide, ew kes in ku ji aliyê rejîmê ve bo nava partiyê dihên şandin û bi awayên cur bi cur dixwazin derbê ji partiyê bidin, ew “bi nav mirov” min azar didin û bi bawera min gerek ew di civakê de bihên avêtin. Daxwaza min ji ciwanan ev e ku berî ku rû li PDK Îranê bikin, bixwînin û bifikirin, û bizanin ku ji bo çi tevlî refên partiyê dibin.