Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Xoy

17:05 - 15 Nîsan 2012

Li ser biryara Simkoyê Şikak di sala 1912’an li bajarê Xoyê de yekemîn xwendingeha Kurdî hat damezirandin.
Li rastî de Xoy, di dirêjahiya dîrokê de cih û wargehê Neteweya Kurd bûye û xortên Kurd li wî bajarî ji bo azadî û serbestiya xwe zaf hewil dane.


Mecîd Cinîkanlû

Deşta Xoyê bi gewahiya wan hemû belgeyên dîrokî ku ji 2700 salî berî niha ve dest ketine, berdewam yek ji wan herêmên kurdistanê bûye ku aloziyekî zaf bi xwe ve dîtiye. Ev bajar bi sedema hebûna çiyayê Evrîn, yek ji bajarên herî xweşik ê kurdistanê ye. Piştî herêma qerax behera Xezerê di Îranê de, pileya duyemîn a baranbarînê heye.

Li ser Peyva Xoyê, û bingeha vê peyvê çendîn bîr û ra hene. Dr. Mihemedemîn Riyahî, di pirtûka xwe de (Dîroka Xoyê) dibêje: “Ew nave renge beşa dawîn ya bajarê Ûlxo be, û nêzîk bi 2700 sal berî niha Madan ew der ava kirin, yan beşa dawî ya navê Sardorî Xurd e, ku navê kelekê ye ku yek ji paşayên Haldî Arartu li rex bajar de ava kiribûn. Lê para zaf ya lêkolînvanan ji wan Dr.
Ebas Zeryab, li ser vê bawerê ye ku navê xoyê peyvekî Kurdî ye ku bi sebebê hebûna zaf girên Xwê ku li nava bajar û di derveyî bajar de hene, ev nave li ser hatiye danîn.
Bi taybetî di dema şoreşa kurdî da, ku Xoy gelek caran navenda şoreşa bûye, hikumetê hewil daye da ku Azeriyan li bajar da bicih bike û ji encama fîşara rijêmê di qonaxên dîrokî da, kurd ku xwediyê vî bajarî bûne, berê xwe dane gundên derdorê.
Dîroka bajarê Xoyê vedigere bo serdemê Împiratoriya Mad, ew bajar nêzîk çiyayên Evrîn û li deştê da hatiye avakirin, navê çiyayê Evrîn, wate cihê bi evir hatiye wergirtin. Gelek dîrokzan li ser vê bawerê ne ku ev nav her ji serdemê Someriyan da hatibe danan. Ji ber çiya û ax û hewayek xweş, bajarê Xoyê, (xwê) yek ji herêmên herî xweş yê rojihelata Kurdistan û Îranê ye. Yek ji taybetmendiyên çiyayê Evrîn ew e ku her dem bûye cihê şer û berxwedana milletê kurd dijî deselata Farisan, û ji ber hindê jî cihek baş bûye bo jiyanê.
Li serdemê (kerîm Xanê Zend) ku xwe kurd bûye, giringiyeka mezin bi vî bajarî hatiye dan. Ew bajar di wê demê da li ser destê eşîreta Dinbilî (eşîretek kurd e) û serokê wê Ehmed Xan û Husên xan hatiye nûjen kirin û gelek cihên taybet û bazar têda hatine çêkirin. Di serdemê hikûmeta Qacariyan li Îranê her bajarî naveke taybet hebû, navê Xoyê jî (dar alsefa) bû. Di serdema Ebas Mîrza û serdarê xalê wî de, gelek pêşveçûnên mezin li bajarê xoyê dirust bûn. Piştî Ebas Mîrza jî kurê wî deselatdariya wî bajêrî wergirt. Wate kurd her dem hikumdarên xwê bûne. Rewşa bajarê Xoyê (xwê) ji layê dîrokî û abûrî bûye egerek ku ev bajar bibe yek ji bajarên giring ên rojhilata Kurdistan û Îranê.
Avakirina bajarê xoyê cihê stiratêjîk ê bajarê Xoyê li warê coxrafî da yek ji egerên serekî bûye ku her dem dewletan hewil dane ku vê herêmê bêxne bin kontirola xwe de, ji ber hindê jî cihek taybet hebûye.
Hebûna av û axek gelek baş bûye egera hindê da ku xelik ji cihên din ber bi vê herêmê ve bên, û li wir nîştecî bin, û Dinbiliyan ev bajar kire bajareke mezin û xweş. Li 50 salên dawiyê da ji ber pêşveçûnên teknolojiyê xelik zêdetir ber bi bajaran ve çûn, û jimara akinciyên bajaran zêdetir lê hat. Xoyê jî yek ji van bajaran bûye ku jimara akinciyên wê zêde bûye û ji ber hindê jî bajar mezntir bûye. Bajarê Xoyê 141 kîlometir ji bajarê Urmiyê dûr e.
Li ser biryara Simkoyê Şikak li sala 1912’an li bajarê Xoyê yekemîn xwendingeha Kurdî hat damezirandîn.
Li rastî de Xoy, li dirêjahiya dîrokê de cih û wargehê Neteweya Kurd bûye û xortên Kurd li wî bajarî ji bo azadî û serbestiya xwe zaf hewil dane.
Her wisa li bajarê Xoyê gelek asewarên Kevin hene ku piraniya wan girêdayî bi neteweya kurd in. Pira Xatûn, Hemama Mihemed beg, kela Xoyê, Mizgewta Mitelib xan û…hwd hemû bas ji xebat û kurdistanî bûna vê herêmê dikin.