Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja şehîdan

17:10 - 15 Nîsan 2012

Peyva şehîd di warê zimanevanî de wateyek heye û di warê zaraveyî de wateyek din heye, di dîtingeha olî de şehîd çend cur in û her yek ji wan jî pênaseya taybet bi xwe heye û di vî warî de jî bîr û boçûnên curbicur hene.

Luqman Mêhrfer

Di warê netewî de şehîd bi kesekê tê gotin ku di pêxema bi dest ve anîna azadiyê bo netewa xwe û parastina nîştimana xwe, hazire cangorîtiyê bike û canê xwe gorî bike, lê ev pênaseya ku ji hemû pênaseyên din pitir cihê girîngîpêdanê ye, beşa herî zaf a zanayên fêqha îslamî û zanayên xeyrî îslamî serbarê hemû cudahiyên ku di navbera wan de hene li ser vê hevbîr in, ew e ku şehîd bi kesekê tê gotin ku di pêxema gehiştin bi armanceke bilind û pîroz de dixebite, ev armancên han di hizra vî kesî de bi qasekê mezin û pîroz in ku amade ye sermayeya herî mezin ya jiyanê, wate canê xwe di pêxemê de bide, jiber ku di hizra wî de bexşîna vê sermayê gelek xwezayî û asayî ye.


Em dibînin ku ev mirove xwedî taybetmendiyên bilind û hizrek jîrane ye û digel mirovên asayî cudahî heye, çonkî pêşerojê li berçav digire, dîrokek dewlemend û pir ji ezmûn û serwerî bo xwe û netewe û nîştimana xwe desteber dike ku neviyên pêşerojê şanaziyê pêve dikin. Bi van mirovan ku canê xwe fîda kirine dibejin şehîdên netewe û nîştiman. Seba vê yekê peyva şehîd, peyvek pîroze û bi wateya rêz girtin û bilind nirxandina xebat û tekoşîn û derbazbûya zelal û paqije wan e. Pile û pêgeha şehîd di nava hemû çandên şoreşgêrî ên hemû netewên azadîxwaz û rizgarîxwaz de di astek herî bilind de ye, û wek remz û sembola rizgariya netewe û nîştiman lê dinêrin, seba vê yekê emrek xwezayî ye ku her neteweyek rojek ji rojên selê ji bo bîranîn û rêz girtin ji vî mirovî diyarî bike ku di encama cangorîtiya wan de hatine rizgar kirin û yan jî di qonaxa rizgarî û serkevtinê de ne.
Sebe vê yekê partiya me bo rêz girtin ji şehîdên rêka azadiyê, gelek sale ku salvegera şehîd kirina Qazî Mihemed weke roja şehîdên Kurdistanê diyarî kiriye. Roja 10’ê Xakelêwe roja hemû şehîdên kurdistanê û roja bîranîna wan mirovan e ku bi serbilindî canê xwe di rêka bidestve anîna azadî, bextewerî û wekheviya civakî bo gelê xwe gorî kirine.
Ev roje derfetek e ku rêz ji cangorîtî, îmana qahîm û riha xebatgêrene ya hemû şehîdên xwe bigrîn û dersa cangorîtî û xwe bextkirinê ji wan fêr bin, da ku nifş bi nifş dîroka pir ji xwîn û karesata netewa xwe bibîne û bizane ku di şefeqa 10’ê Xakelêweya sala 1326’an a rojî de, Qazî Mihemedê Pêşewa û Serkomarê Kurdistanê di gel Sedrî Qazî û Seyfî Qazî di meydana Çarçira ya bajarê Mihabadê bi destê celadên Mihemed Riza Şa hatin bidarvekirin. Di roja 10’ê Xakelêwê, roja bîranîn û rêz girtin ji şehîdên rêka azadiya kurdistanê, heqe hekî xem û kovan rû û cesteyê me dapoşe, hekî rondikên diltengiyê seba jidestdana van hemû xweşteviyan ji çavên me bên xwar, lê hewdem heq e ku em hest bi serbilindî û şanaziyê bikin hekî dilopek rondikên hêvîdarbûnê birêjin. Çonkî neteweyek ku bizane mafê wê hatiye xwarin û kesatiya heqîqî û hiqûqî a wê hatiye binpê kirin, piştre bizane ku rizgarî û derbazbûn ji rewşa han divêt bidawî were, û divêt piştqahîm û dilgerm bi hêza xwe be, û bizane ku dara azadiyê hekî bi xwînê nehêt avdan tu caran ber nagire, ev gele gelek zindî û şareza ye.
Gelê xebatkarê kurd jî şehîd bûnê wek armanc nahesbîne û ji şer û xwîn rijandinê hez nake, jiberku agehdarê encamên şer e. Serbarê vê yekê jî nikare rê bide kevneperestên zalim li ser bingeha dîktatoriya olî û mesebî û bikaranîna her hêcetk din, mafên netewî û mirovî ên wan binpê bike.
Têkoşerên rêka azadiyê, di 65’emîn salvegera şehîd kirina Pêşewa û hewalên wê de, serbarê çemandina serê rêz û hurmetê li hember hemû şehîdên bizava netewî demokratîk a gelê kurd di kurdistana Îranê de, carek din peymanê digel karwansalarê şehîdan, tevî heval û hevçeperên şehîd nû dikin ku di hemû rewşekê de û di her cih û demekê de, alaya xebatê bilind ragirin, û heya wargehên serkevtinê û bi cih anîna wan armancan ku canê xwe di pêxemê de fîda kirine, rêka wan bidomînin. Bila di roja rêzgirtin ji şehîdên xwe ên serbilind de, em dab û nerîtên ciwan ên xwe yên mirovî biparêzin.
Rêz ji malbatên şehîdan bigrin ku xweşteviyên xwe kirine goriyê baregeha azadiya netewa xwe. Gorên pîroz ên şehîdan bi gulên sor bixemilînin ku bi xwîna geş û zelal a xwe baxê kurdistanê av dane.
Hevdem digel ruha paqij a şehîdên xwe bitaybetî rêberên şehîd Pêşewa, Qasimlo û Şerefkendî soz didin ku heya gehiştin bi kopka bilind a serkevtinê û hilmijîna hewayê paqij û zelal ê azadiyê, dirêjîderek emegdar ê rêka wan bin, jiber ku domandina rêka şehîdan mezintirîn emegnasî ye bi rêbaza şehîdên me yên xweştevî.