Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Deftera Sıyasî a PDK Îranê bi boneya roja şehîdên Kurdistanê

17:16 - 15 Nîsan 2012

Qazî Mihemed xortê jêhat ê kurd bi teyîsandina agirê xebatê dîrokek nivîsand ku piştî zêdetir ji 6 dehsal xebatê hêj rênima û çirayê xebat û berxwedana tevgerek mafxwaz û mafdar ê gelê mafxwarî ê xwe ye.

Hevwelatiyên xweştivî!
Beşdarên hêja!

Em îro (10’ê Xakelêwe) li vir kom bûne daku rêz ji şehîdên kurdistanê bigrin û yad û bîranîna kesatiyê dîrokî û jêhat yê gelê xwe bilind rabigrîn. Yad û rola ew rêberê kêmwêne yê dîroka hevçerx a kurd ji bo heta heta wek stêrkek geş di esmanê pirr ji hêvî ê Kurdistanê de diyar û geş dimîne.
Qazî Mihemed xortê jêhat ê kurd bi teyîsandina agirê xebatê dîrokek nivîsand ku piştî zêdetir ji 6 dehsal xebatê hêj rênima û çirayê xebat û berxwedana tevgerek mafxwaz û mafdar ê gelê mafxwarî ê xwe ye. Niha bîr û hizra netewexwazî û mafperwerî îlham ji peyv, bîr û hizr, kesatî û riftarên wî rêberî werdigrin. Wate em dikarin bi şanazî ve bibêjin ku qutabxaneya Pêşewayê kurd ocaxkor nine û partiya Qazî Mihemed li salvegera 65 saliya şehîd kirina wî de tendûra xebata siyasîl û sivî herweha germ û gurr ragirtiye.
Xebata gelê kurd hevdem bû li ge serdemê rizgariya gelên bindest û rizgar bûna ji çengên faşîzmî li dawiya şerê duyem ê cîhanî de. Ew rêberê jêhatî û hişyar bi hûrbînî û berhevdana durust ji rewşa wê demê û ji ber nifûz û pêgeha civakî, siyasî û ew xweştevîbûna ku li nav xelkê de hebû, partiyek siyasî û modern pêk anî û li midehek kurt de devera Mûkiryanê dike landik û dergoşa şoreş û berxwedanê li dijî rejîma şovenîst perwer a Pehlewî. Ew liv û tevgera netewî a rêberê karîzmaye kurd, tirs û xofek mezin xiste nav dilê desthilatdarên dîktatore Tehranê û koşka dîktatoriyê hejand û ew ji xewê hişyar kirin ku gelê kurd her zîndî, li ser pêyan û heqxwaz e û teslîmbûnê jî napejirîne û heya gihîştin bi armancên xwe ku rizgariya netewî û av û xaka xwe ye, dest ji xebatê bernade û bo gihîştin bi vê armancê jî amadeye nirxa wê bide û xortên herî baş ên xwe pêşkêşî vê baregahê bike.
Her ji wê demê ve, bingeha çandî a berxwedanê û nasnameya netewî hat danîn û ev çemkane heya niha jî wek çirayek ronahîker ê riya xortên kurd bûye û nehiştiye ku balgiyê bêxemiyê bixin bin serê xwe.
Rejîma kewneperesta Pehlewî li sala 1324 heya sala 1357’ê ku dawî pê hat hertim tirs ji kurd û pirsa rewa a wê bûye û hertim li hizra pîlan û kumpiloyên qirêj de bûye. Dema ku li sala 1325’ê de êdî Pêşewa bi vê qenaetê gihîşt ku nikare pêş bi êrîşa dagîrker û hevalbendên berjewendîxwaz ên xwe bigre, hewl û xebatek zaf da ku bikare pêşiya kuştara xelkê bigre û li gel wê de ku rejîmê soza parastina canê wî dabû, lê ew bi xwe li vê baweriyê de nebû û dizanî ku dujmin ji wî derbas nabe û nemaze ewa jî dizanî ku dê bê girtin û renge li dadgehek nimayişî de bê mehkûm kirin û nemaze canê xwe jî ji dest bide.
Lê dîsan bona parastina xak û xelkê xwe û emegnasiya bi wê sonda ku li roja ragihandina Komara Kurdistanê de bi amadebûna bi hezaran kesî xwaribû ku heya dawîn demên jiyana xwe xelkê kurd bi tenê nahêle û li gel wê de jî ku pêşniyazên zaf pê hatine kirin ku canê xwe rizgar bike, lê wî tev pêşniyaz ret kirin û li Mehabadê ma û hemû berpirsatî girte stûye xwe heya ku bi vî awayî pêşiya şemendefira kuştara rejîma Pehlweî li dijî kurdan bigre û canê xwe kire goriyê xelkê xwe û soz û peymana xwe bi cih gihand.
Dujmin li dadgehek nimayişî de Pêşewa û du hevalên emegnas ên wî, şehîd Ebulqasim Sedr Qazî û Mihemed Husên Seyf Qazî bi îdamê mehkûm kirin û li roja 10’ê Xakelêweya 1326’an li Çarçiraya bajarê Mehabadê û her li wî cihê ku ji aliyê Pêşewa ve Komara Kurdistanê hatibû ragihandin û sonda wefadarî bi av, xak û xelkê xwe xwaribû, bi destê tarîperestan hate li sêdaredan û şehîd bû. Diyare ew pêvajoye ji îdamê malbata Feyzulabegî jî vegirt û komek ji têkoşerên wê malbata serbilind ku nexş û rolek berçaw li rêveberiya kar û barên Komarê de hebûn, lisêdaredan, lewma bi hewce dizanim yad û bîranîna wan bilind rabigrim û rabigehînim ku bîranîna wan hertim li hizra me rêvîngên riya wan de zîndî ye.


Partiya Pêşewa wek partiyek pêşrew, şoreşvan û xebatkar li refa herî pêş a xebata netewî de ye, peyv û gotinên serokkomarê xwe kirine bi xwedîka xebatê, û ji wê demê ve heya niha ji xebatê nesekiniye û azadane li xebatê de berdewame û bi piştewaniya hêza gel rêbaza Pêşewa û hemû Şehîdên kurdistanê dirêjî dane û rejîma bikujê Pêşewa gor bi gor kirin. Herçiqas ku bi nemana wê rejîmê jî geleê wî bi xwastên rewa ên xwe negihîşt, lê tevî rejîma cihgirê Pehlweî jî ku Komara Îslamî a Îranê ye xebata xwe dom kirine û bi hezaran xortên kurd canê xwe li riya armanc û hêviyên gelê xwe gorî kirine û li nav wan xortên fîdakar û şehîd de jî, bi dehan rêber û serkirdeyên partiya Pêşewa wekî: Dr.
Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî hene ku canê xwe goriyê armancên gelê xwe kirine. Lewre dema ku mirov mêzeyî dîroka xebata pirr ji şanazî û serweriya PDK Îranê dike, bi başî û ciwanî derdikewe ku qutabiyên rêbaz û mekteba Pêşewa bi başî hest bi berpirsatiyê dikin û erkên netewî ên xwe bi cîwanî birêve dibin, bi awayekê ku êdî durûşma demokrasî û azadîxwazî bûye durûşma tak take xelkê Îranê û durûşma azadiya gelan û xwasta netewî bûye daxwazek rewa ku caran nek bi nerewa dihat dîtin, belkî bi çavek îxanetkarane bi welat jî dihat nihêrtin. Lê bi rênimayî û şîretên serokkomarê şehîd û lêzanîna partiya wî rêberî, îro hemû ew daxwazane bûne bi xwastekên rewa bo hemû gelên deverê û bi taybet gelên Îranê. Ger her bi vî awayî berdewam be ku dîrok venagere bo paş, belkî ber bi pêş ve diçe, gelek nakêşe ku hemû ew xwastekên mafxwazane bi awayekî fermî dibin bi yasa û zulm û zordarî li deverê û bi taybet li wan welatên ku kurdistan bi ser de hatiye parve kirin, bi dawî dibe û armancên wan hemû şehîdên serbilind, bi taybet şehîd û sembola netewa kurd, Pêşewa Qazî Mihemed bi encamê digihîje û vê carê rêvîngên riya wan dê biçine ser mezarê wan û tacegula serbilindî û serkeftinê li ser dabinên.
Xelkê bişeref ên Kurdistanê!

Rejîma Komara Îslamî dujminê azadî û mirovahiyê bi dirêjahiya dîroka xwe bi vî qasî niha îzole nebûye, givaşên navnetewî li dor pirojeya navikî a wê zêde bûne. çunku rejîm mijûlê çêkirina çeka etomî ye daku cîhanê pê bitirsîne û xwe jî pê biparêze. Herweha zext û givaşên cîhana derve li ser vê rejîmê ji ber pêpeskirina mafê mirov, pêpes kirina yasa û rêsayên cîhanî û piştewanî ji terorê zêdetir û li navxwe de jî pêgeha siyasî û civakî a wê bi tewahî daketiye û meşrûiyeta xelkî a xwe ji dest daye, nemaze hilbijartinên nimayîşî ên wê jî nikarin pêşiya bîrtîjiya xelkê bizalhatî ên Îranê û bi taybetî gelên mafxwarî bigrin û bi tewahî pişt ji rejîmê kirine, tenê çavnihêriya wê rojê dikin ku li dem û gava xwe de text û taca wê rejîmê jî weke rejîma paşatiyê biherifînin û bawêjne kirsdanka dîrokê. Bona gihîştin bi vê meremê jî yekêtî û yekrefiya gelên Îranê rola sereke dilîze. Çimku ger gelên Îranê yekgirtî bin, dikarin sîstema siyasî a pêşerojê li Îranê de guhertinên kûr û çarenivîssaz têde pêk bînin û êdî koletî û bindestiyê bo hertim ji xwe dûr bixin û rizgarî û bexteweriyê bidest bînin, lewre em bi geşbînî ve mêzeyî pêşeroja Îranê dikin.
Ger em çav ji kurdan bi giştî bikin, başûra kurdistanê serketinek berçav misoger kiriye û bona parastina wan deskevtan li hewl û tekoşîna berdewam de ye. Kurd li Îraqê li zaf biyavan de rola yekalîker dilîzin, herçend ku li gel hikûmeta nawendî tûşî kêşe û astengan dibin, lê li her hal de mesele bo paş navegere. Li rojavayê kurdistanê jî bona wê ku stûnên koşka zordariya Esed ketine lerzînê, pirsa kurd li pêşveçûnê de ye û tê çavnihêrîkirin piştî hiloşîna vê rejîmê ji bo gelê me li vê beşa kurdistanê de destkevtên baş misoger bibin.
Li bakûrê kurdistanê piştî çendîn sal xebata siyasî û çekdarî, êdî pirsa kurd li rojeva siyasî a karbidetên dewleta turk de ye. Hereket û xebata berçav a pîrozkirina sersala nû a kurdî û aliyên siyasî ên kurdî zêdetir meseleya kurd bi pêş xist, ger tiştek jinişkîveyî û deverî dernekewe pêş û baskê çekdar ê wê tevgerê jî hinekê pêdeçûnê bi helwesta xwe de bike, tê texmîn kirin ku guhertin li siyaseta Turkiyê de pêk bê û li gel aliyên siyasî û yasayî ên navxwe de bikewe diyalogê û bi vî awayî pirsa kurd ber bi çareseriyek mumkin biçe.
Silav ji şehîdên kurdistanê
Silav ji malbatên birêze şehîdên Kurdistanê
Silav ji canê pake Pêşewa û hevalên wî
Silav ji gelê qehreane kurd, piştewanê hertimî ê PDKÎ
Silav ji hêza Pêşmerge, xebatkarê gelê kurd

10’ê Xakelêweya 1391 a Rojî