Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarek Kurd yê Pîranşarê xwe kuşt

21:28 - 15 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Xwendekarek Kurd yê zanîngeha Peyam Nûr a Mehabadê di mala xwe de xwe kuşt û ji sedemên xwekujiya wî tu zanyariyek di ber dest de ninin.


Li gor nûçegihaniya “Mukriyan”ê berwar 14’ê Nîsana 2012’an a Rojî, hevwelatiyek xelkê bajarê Pîranşarê bi navê “Zahîr - M” li mala xwe de xwe bidarve kir û di encam de canê xwe ji dest da.
Sedemên xwekujiya Zahîr ji aliyê navendên pêwendîdar û malbata navbirî ve nehatiye ragihandin, lê bas ji pirsgirêkên malî ên wî xwedekarê Kurd dihên kirin ku gumana vê yekê heye sedema xwekujiya wî bibe.
Li gor rapora navendên amaran, parêzgehên Kurdistana Îranê bi taybetî parêzgeha “Îlam û Kirmaşanê”, di rêza yekemîn a xwekujiyê di Îranê de ne.
Temenê xwekujiyê di Îraznê de di navbera 15 heya 24 saliyê de ye û piştî bûyerên hat û çûyê xwekujî duyemnîn sedemê mirina xwendekarên Îranê ye.
Di rojekê de 13 kes û di salê de 4200 kes di Îranê de bi xwekujiyê canê xwe ji dest dikdin.