Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Obama: Me tu pwandek nedaye û tehrîmên giran xelatên rejîma Îranê ne

14:31 - 16 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Serokkomarê Amerîkayê ragihand ku di got û bêjên Istembolê de me tu pwandek nedaye rejîma Îranê.

Li gor nûçegihaniya Fars, Serokkomarê Amerîkayê got ku me tu pwandek nedaye rejîma Îranê û ger rejîma Îranê ji got û bêjan mifahê nestîne, û ev got û bêj serkevtî nebin, tehrîmên giran ji bedna rejîma Îranê ne.

Ev gotinên Barak Obama bersivek bo Binyamîn Natanyaho Serokwezîrê Îsraîlê bûn ku gotibû “ez hest dikin ku ji Îranê re diyarî hatiye pêşkêşkirin û di got û bêjan de rejîmê 5 heftî dem bidest xistiye û bibê pêşgirî uraniyomê çirr bike.

Obama got ku peyama me di warê bernameya navikî a rejîmê de rohn e û em îzin naden ku got û bêjên li ser bernameya navikî a rejîma Îranê dirêj bibin.

Serokkomarê “DYA” ragihand ku tu diyariyek nebûye nisîbê rejîma Îranê, diyariyê ji wê rejîmê re tehrîmên giran in ku di mehên pêş de çavnihêriya hikûmeta Tehranê dikin, ger Îran ji derfeta got û bêjan mifahek baş nestîne.