Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kar û Çalakiyên PDK Îranê li Amerîkayê

14:37 - 16 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Nûneratiya Partiya Demokrat a Kurditsna Îranê li Amerîkayê di doma kar û çalakiyên xwe de seredana çendîn cihên girîng kir.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, di doma kar û çalakiyên nûneratiya PDK Îranê li Amerîkayê, birêz Şerîf Bêhroz nûnerê PDK Îranê li Amerîkayê seredana wan navendan kir:
- Kargêrên bîroya Senator Mark Kîrik
- Karbidestên wezareta Dervey Amerîkayê
- Kargêrên bîroya Kongirêsmen Dêvîd Şwaykêrt
- Berpirsên komîsyûna kar û barên derve ên Senaya Amerîkayê

Di wan seredan û rûniştinan de çend baslên pêwendîdar bi dever, Îran, Kurdistan û PDK Îranê ketin ber bas û her du aliyan li ser wan pirsane dan û sitandin kirin.

Nûnerê PDK Îranê bas ji rolê nerênî yê rejîma Îranê di aloziyên deverê de kir ku qonaxek pirr hesas derbas dike û tekez li ser vê yekê hat kirin ku maneva rejîma Îranê rêjeya wan aloziyan pêtir dike û berjewendiyên xelkê Îranê û welatên deverê dixe metirsiyê.

Birêz Bêhroz amaje kir ku bêtirîn şîweya riftar bi rejîma Îranê re ev e ku rejîma han bikeve perawêzê û hevkarî bi xelkê Îranê di riya opozîsyona demokrat bihê kirin ku cihê hêja yê Îranê di civaka cîhanî de peyda bikin.

Navbirî herweha bas ji vê yekê kir ku guhertin bi lez pêşve diçin û ezmûna welatên cîran vê yekê derdixin ku qad xweş bibe ji bo yekgirtina opozîsyona bihêz a altirnatîva rejîma Îranê û gerek berî destpêkirina aloziyan di Îranê de hewl bo bihê dayîn.

Birêz Şerîf Bêhroz herweha roja Sêşemî beşdarî di korrek taybet li ser guhertinên Sûryê kir ku Peymangeha Waşîngtonê bo siyaseta Rojhilata Anvîn lidar xistbû û nûnerê PDK Îranê bo korra han hatibû gazîkirin.

Birêz bêhroz di vê korrê de tevî anîneziman a çendîn pirsên girîng li ser rolê hêzên rejîma îslamî a Îranê di aloziyên Sûriyê de û pirsa Kurd di wî welatî de, tev çendîn kesaytiyên siyasî ên beşdar di wê korrê de hevdîtin pêkanîn.