Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna nerazîtiyê a kedkarên karxaneya fûlad a Zagrosê li bajarê Qurwe

15:49 - 16 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Pêtirî 150 kedkarên nerazî ên karxaneya Fûlad a Zagrosê, civînek nerazîtiyê li ber deriyê fermandariya wî bajarî lidar xist.

Li goer rapora nûçergihaniya “Îlna” kedkarên karxaneya fûlad a Zagrosê nerazîtiya xwe li hember egera derkirin û anîna kedkarên nû ên deverên din ji aliyê birêveberê nû yê wê karxaneyê ve nîşan dan.

Lio gor çavkaniyê, ew kedkar ku egera derxistina wan heye, her yek ji wan 10 heya 20 salan derbasbûya karî di karxaneya han de hene.

Nûnerê kedkarên han ên nerazî ku bixwe jî di nerazîtiya han de beşdar bû gotiye: Birêveberê karxaneyê bi wergirtina 150 kedkarên deverên din gotiye kedkarên wê karxaneyê ku li ser karên xwe amade bin.