Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duhemîn fêstvala Ciwanê zêrîn li herîma Kurdistanê dest pêkir

13:36 - 17 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Bi amadebûna Behmen Qubadî sînemakarê Kurd, duhemîn fêstîvala kurte fîlman a bi navê“ Ciwanê Zêrîn” li bajarê Hewlêrê dest pêkir.
Ligor zaniyariyên gehiştî bi malpera Kurdistanmedia, Behmen Qubadî sînemakarê Kurd ku yek ji beşdarên vê fistîvalê bû regehand, çar sale ku ez li Îranê derkevtime û a niha li Kurdistanê dijîm û dixwazim du, sê salên pêşde li bajarê Hewlêrê bimînim û bikarim hinek karê hunerî bikim.

Qubadî eşkere kir, dixwazim fistîvalekî navdewletî li bajarê Hewlêrê berêwe bibem heta ku bikarim komek ji sînemakar û kesên pispor û şarezayê sînemayê bo Kurdistanê gazî bikem.

Duhemîn fistîvala kurte fîlmên sînemayî “Ciwanê Zêrîn” bi nîşandana 22 kurte fîlmên çîrokî , dîkomêntarî, jivana, 22 kurte fîlman ku li beşa pêşberkê û herviha du kurte fîlmên li beşa derweyî pêşberkê de li hola Pêşewa li bajarê Hewlêrê li halê berêve çunê deye.

Divê fistîvalê de baştirîn derhêner, baştirîn Sînaryo, baştirîn fîlm, baştirîn wênegir, baştirîn ektera kiç, baştirîn ekterê kur û baştirîn ekterê zarok tên bijartin.