Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma “Şeqama Dr. Qasimlo” bo xelata “Alumna”ê a Birîtaniya ê, hat helbijartin

14:50 - 17 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Fîlma “şeqama Dr. Qasimlo” bi derhêneri ya“ Fethê Mîrzayiyan” bo xelata “Alumna”ê a sala 2013’an li zankoa “Salfurd” a Birîtaniya ê hat helbijartin.

Ligor rapora malpera Kurdistanmedia, piştî ewê ku fîlma şeqama Dr. Qasimlo li fistîvala fîlma “Gutam Îskirîn” li Nêwyorkê hat nîşan dan, ji aliyê zankoa Salfurdê a Birîtaniya ê pêşwazî lêhat kirin.
Dr. Martîn Hal, berpirsiyarê vê zanko ê li nameyekê de rêz û pêzanîna xwe jibo derhênerê Kurd Fethî Mîrzayiyan nîşan da û navbirî bi kesekî serkevtû û minakek baş bo xwendekarên zankoa Salford li qelem da.
Xwendekarên zankoa Salfordê di rê û resmekê de ku seva rêzgirtin ji Fethî Mîrzayiyan, pêk anîbûn fîlma “Şeqama Dr. Qasimlo” jibo xelata “Alumna”ê a sala 2013’an a zanko a Salfordê a Birîtaniya ê berbijêrê kirin.
Demek berî niha berî niha li fistîvala navdewletî a “Gutam”ê a Nêwyorkê xelata taybetî a rexnegiran (Ispîşal Cyîorî) bi fîlma sînemayî a Şeqama Dr. Qasimlo bexşîn.
Divê fistîvalê de çendîn berhemên sînemayî li welatên “ Rusiya, Îtalîa, Ostiraliya, Mîsir, Hind, Çîn, Firansa, Mecaristan, Amrîka, Birîtanioya, Îran û Îraq”ê nîşan dan.
Fîlma sînemaî a “şeqama Dr. Qasimlo” berhema kompanyaya “Madîno fîlm” li nivîsîn û deranîna Fethê Mîrzayiyan, li herêma Kurdistanê berhem anî û hemî ekterên vê fîlmê pêşmergên PDK Îranê ne.

Ev fîlme bi alîkariya Fatih Salihî şanokar û berpirsê nawenda Nêrgiz bo perwerda hizrî û hunerî a zarokên Kurdistana Îranê hatiye çêkirin.