Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enistîtoya Ehmedê Xanî şeveke helbestan jibo xwendekarên Şînawê birêve dibe

19:00 - 19 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Enistîtoya Ehmedê Xanî li bajarê Urmiyê seva bûyera dilêş a debistana “Şînawê”, şeweke helbestan birêve dibe.

Beşa Çandî a enistîtoyî kulturî û hunerî a hizra Ehmedê Xanî bilav kir, şeve helbestekê jibo qurbaniyên karesata xwendingeha Şînawê, li bajarê Urmiyê berêve diçe.
Jibo vê rojê enistîtîoya Xanî di gazînameyekê de daxwazê ji helbestvan û nivîskaran kiriye, di pêywendî li gel bûyera qutabiyên pola çar a qutabxana Şînawê berhemên xwe yên di çarçêweya helbest û pexşan de heta 27’ê vê mehê bo Enistîtoya Ehmedê Xanî bişînin.
Berhemên han di berwara “(1.10.1391),(21.12.2012)”an li şeve helbestekê de dê bihiên pêşkêş kirin.

Roja 5’ê Çileya Pêşîn a 2012’an seva agir girtin a pola çar a sereteyî a xwendingeha Şînawê 37 qutabî bûne qurbanî.

Her divê pêywendiyê de roja yekşembî 9’ê Çileya Pêşîn “Seyran (Mujgan) Yêgane” yek ji wan qutabiyan li nexweşxan a Sîna a Tewrêzê canê xwe li dest da.