Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînarekê li jêr navê “Îran pêşerojek bê zulm û zorî dixwaze” li Parlemana Swêdê

21:43 - 16 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Semînarek li Parlemana Siwêdê bi beşdariya hejmarek çalakên siyasî û mafên jinan birêve çû.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 14’ê Nîsana 2012an, semînarek li jêr navê “Îran pêşerojekê bê zulm û zorî dixwaze” de, ji aliyê Partiya Gelê Swêdê ve li Parlemana wî welatî birêve çû.

Semînarê bi basek “Dr. Îdrîs Ehmedî” pisporê warê siyaseta derve a Îranê destpê kir.

Navbirî di semînara han de sebaret bi bernmameya navikî a Îranê û akamên wê basek pêşkêş kir.

Piştre “Mêhrengîz Kar” nivîskar û çalaka mafên mirovan a Îranê li ser binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve bo beşdaran axifî.

Birêz Dr. Mîro Elyar Endamê Komîteya Navendî yê PDK Îranê bi nûneratiya PDK Îranê basek li ser pirr çeşnî û pirrnetewîbûna Îranê pêşkêş kir.
Beşek din birêz “Miryem Elîpûr” totarek pêwendîdar bi binpêkirinên mafên jinan di pêkhateya siyasî a Îranê û yasaya bingehîn a rejîmê pêşkêş kir.

Piştre “Natanşakir” nûçegihanê rojnameya “Daggênz Nîhêter” li Orşelîmê basek li ser rewşa pêwendiya navbera Îran û Sûriyê pêşkêş kir.

Basê dawî yê semînarê birêz “Şehriyar Ahî” çalakê siyasî gotarek sebaret bi abûriya cîhanê û rolê kendava Fars pêşkêş kir.

524.jpg


523.jpg


522.jpg


520.jpg