Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya xanima Şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê, li herêma Urmiyê

15:38 - 25 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Gulistan Qefarî Xêzana şehîdekî Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê, li devera “Berandiz”a ser bi bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Ligor rapora malpera Kurdistanmedia, Gulistan Qefarî kiça Qehreman Qefarî û xêzana Elî Pawerî şehîdê PDK Îranê bû.

Xêzana vî şehîdî çand roja berî niha li gundê “Wermezyar”a devera “Berandiz” a ser bi bajarê Urmiyê di temen 60 salîyê de koça dawiyê kir.

Elî Pawerî li dest pêka şorişa gelên Îranê hate nav rêzên PDKÎ û heta dawiya temenê xwe xizmet bi gel û welat kir.

Şehîd Elî Pawerî, sala 1990’an, (1369), li memoryetek hizbî de ji aliyê Terorîstên rejîma Îslamî a Îranê hat Şehîd kirin.

PDK Îranê serexweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên Gulistan Qefarî û xelkê vê deverê dike û xwe di xem û kesera wan de şirîk dizane.

Riha wê şad