Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîra Saxlemiyê: Bengdarên “HIV” di Îranê de kim bûne\\ amarên cîhanî tiştek din dibêjin!

17:28 - 18 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Wezîra Saxlemiyê a erejîma خranê îdia kir ku bi konterolek baş karîne rêjeya tûşbûn bi nesaxiya “HIV” kim bikin û amara gîrodebûyên vê nesaxiyê bi 22 hezar kes ragihand.

Merziye Wehîdî, Wezîra Saxlemiyê ya rejîma Îranê dibêje: Niha di Îranê de 22 hezar kes tuşbûyên nesaxiya îdizê “HIV” hene.

Navbiriyê îdia kir ku bi konetrola baş wan kariye 1.1 ji sedî amara tûşbûyên vê nesaxiyê kim bikin.

Saziyên xweser ên cîhanî jî weke saziya cîhanî a saxlemiyê hejamra bengdarên nesaxiya îdz “HIV” di خranê de bi 80 hezar heya 100 hezar kesan dide zanîn. Hin ji vekoleran amara han 120 hezar kes dane zanîn û dibêjin ku hejmarek zaf a bengdarên wê nesaxiyê ji bo ko di civakê de îzole nebin û ji tirsan nesaxiya xwe veşartî dihêlin.

Di cîhanê de pêtirî 34 milyon kes di seranserî cîhanê de bengdarî vayrosa “HIV” bûbne û ji dema naskirina yekemîn nesaxên vê vayrosê di sala 1981’an de heya niha nêzîk 30 milyon kesan bi sedema nesaxiya han canê xwe ji dest dane.