Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rê û resma bidawîbûna 24’mîn dewreya nêwicî a siyasî

14:51 - 19 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Rê û resma bidawîbûna dewreya 24’a nêwincî a siyasî, ji aliyê kumîsyona Hînkirinê a PDK Îranê di salona rê û resmên partiyê de birêve çû.

Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 18’ê Nîsana 2012’an, rê û resmek bi boneya bidawîhatina dewreya 24’a nêwncî a siyasî ji aliyê komîsyûn Hînkirinê a PDK Îranê bi beşdariya birêz “”Mistefa Hicrî” birêve çû.

Rê û resmê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgitin ji canê paqij yê şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Peyama Kumîsyona Hînkirinê a PDK Îranê ji aliyê birêz “Husên Nazdar” Endamê Komîteya Navendî yê PDK Îranê ve hat pêşkêşkirin.
Piştre rapora hînkirina dewreya 24’a nêwicî a siyasî, ji aliyê birêz “Resûl Mihemedzade” Şêvirmendê Komîteya Navnedî yê PDK Îranê ve hat xwendin.

Peyama dewreya han ji aliyê birêz “Simayil Rehmanî” yek ji beşdarên dewereyê ve hat pêşkêşkirin.

Di dawiyê de jî xelat bi ser serkewtiyên dewreyê bi navên “Serkewt Semedî” pileya yekim, “Hîwa Mîrzayî” pileya duyem û “Simayil Meirûfî” pileya sêyem, ji aliyê birêz Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat ve hatin pêşkêşkirin.