Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran: Ger dîplomasî serkevtî nebe, emê hêza nîzamî a xwe nîşan bidin

14:55 - 19 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Fermandeyê hêza zemînî yê rejîma Îranê gef ji welatê Îmaratê xwar ku ger dîplomasî bersiv nede, Komara Îslamî dê hêz bikar bîne.

Li gor nûçegihaniya “Fars”, Emîr Pûrdestan Fermandeyê hêza zemînmî yê rejîma Îranê li ser daxuyaniyên welatên din li ser sê dorgeyên “Tomba Biçûk”, “Tomba Mezin” û “Ebûmûsa” ên Îranê got: Ger bixwazin mijara han di riya siyasî û dîplomasî de çareser nebû, emê şiyana rejîma Îranê di riya nîzamî de nîşan bidin.

Navbirî di axaftina xwe a di manhora hêza zemînî a Erteşa rejîma Îranê de got ku hakimiyeta sê dorgeyên “Tomba Biçûk”, “Tomba Mezin” û “Ebûmûsa” hertim a Îranê bûye û Komara Îslamî jî bi hêz ve berevaniyê ji vî mafî dike.
Emîr Pûrdestan bêperde egfa êrîşa nîzamî ji Îmaratê xwar got: Ger di riya siyasî de ew pirsa dorgeya sêalî çareser nebe, Komara Îslamî dê hêza xwe a nîzamî nîşan bide.

Aloziya navbera Îmarat û rejîma Îranê de, piştî sefera Ehmedînijad bo dorgeya “Ebo Mûsa” bû ku bû seba nerazîtiya dewleta Îmaratê û wî welatî balyozxaneya xwe ji Îranê vekişand.
Di sala 1971’an de piştî ku hêzên Birîtanya ew sê dorge bicih hiştin, hêzên deryayî ên Îranê derbasî wan dorgeyan bûn û dawî bi desthilata 80 salî a Birîtnyayê di dorgeyên “Ebo Mûsa” “Tomba Biçûk” û “Tomba Mezin” anîn.

Îmaratê di riya nameyekê de bo “Ban Kî Mon” Sekreterê Giştî yê Saziya “NY” di pêwendî li gelk sefera Ehmedînijad de nerazîtiya xew nîşan da û bi binpêkirina eşkere a binemayên navnetewî da zanîn.

“Nebîl Elerebî” Berpirsê Giştî yê Komkara Ereban, sê dorgeyên han bi axa Îmarata Erebî dide zanîn û sefera Serokkomarê rejîma Îranê bi hewldan bo pêkanîna alozî li ser xwedîtiya wan dorgeyan dide zanîn.

Rayedarên rejîma Îranê jî sefera Ehmedînijad bi pirsek hundirîn dizanin û helwesta Îmaratê bi destêwerdan di kar û barên hundire Îranê de tînin ziman.

Îmarat dibêje ku rejîma Îranê ji sala 1991’an ve konterola wan sê dorgeyan kiriye û hewla çêkirina paygehên nîzamî di wan dorgeyan de dide.