Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Azerbaycanê: Hin ji terorîstên destbiserkirî li Îranê hatine perwerandin

16:29 - 19 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Dewleta Azerbaycanê dibêje, ew kesên ku vê dawiyê di operasyonên dijî teror a Wezareta Ewlehiyê a Azerbaycanê de hatine destbiserkirin, endamên tora terorîsî a Elqaîde ne û hin ji wan li Îranê hatine perwerandin.

Wezareta Ewlehiyê a Azerbaycanê di daxuyaniyekê de ragihand, operasyona dijî terorîstî a hêzên ewlekariyê ku di roja 7’ê Nîsana 2012’an de kuştina Serhengek Wezareta Ewlehiyê a wî welatê jêket, 17 kes bi fermandehiya kesekê bi navê “Weqaf Padaraf” hatin destbiserkirin û vekolînan derxistine ku hin ji wan di Sûriyê û Îranê de hatine hînkirin.

Li gor Wezareta Ewlehiyê a Azerbaycanê, “Weqaf Paradaf” rêberê pêkînerê tora terorîstî a ser bi girûpa “Cîhada Îslamî a ser bi Elqaîde” hawîna sala derbasbûyî torek terorîstî di Azerbaycanê sazmandihê kiriye û endamên wê bo hînkirinên nîzamî û baweriyê şandine Sûriye û Îranê.

Kanala televîzyonî a “Ispîs” a Azerbaycanê roja Çarşemî danpêdanên wê girûpê belav kirin.
Endamên girûpa han di wan danpêdanan de karê xwe ji bo operasyona “cîhad” di pêxema danîna dewletek Îslamî dan zanîn û di warê şêweyên pêkhatina wê girûpê û bernameyên xwe rohnkirin dan. Herweha amaje bi pêwendiya serokê girûpa xwe “Padaraf” tev Elqaîdeyê kirin û gotin ku ji Komara Daxistan a Rûsiyê ve çek û sîlah û hewcehî digîjin wan.

Rapora Wezareta Ewlehiyê ev yek jî eşkere kir ku endamên wê girûpê di operasyonên li dijî hêzên biyanî di Efxanistanê de beşdar bûne.

Di rapora han de rohnkirinek pêtir li ser kesên ku di Îranê de hatine perwerandin nehatiye dayîn.

Azerbaycanê di du mehên derbasbûyî de 24 kes bi tometa hevkarî û sîxurî bo Sipaya Pasdaran û Wezareta Îtilaata Îranê destbiser kirine. Îranê ew tomet bê bingeh da zanîn.

zivistana derbasbûyî rejîma Îranê jî di pêwendî li gel kuştina zanayê navikî yê Îranî de ragihand ku hin ji terorîst ên ku di kuştina wî zanayê navikî de hebûne li Azerbaycanê re derbasî Îranê bûne û îmkanat û hewcehiyên sîxurî û nîzamî ên Îsraîlê hebûne.

Wezareta Îtilaata rejîma Îranê daxuyaniyek dabû ku hejmarek kesên pêwendîdar bi Îsraîlê ve destbiser kirine, û di daxuyaniyek tewa de zêde kiriye ku pêtirî 15 kes destbiser kirine û destbiserkiriyan dan bi pêweendî tev Mûsada Îsraîlê de dane.

Beşek ji wê daxuyaniyê bibê amajekirin bi navê tu welatekê dibêje, paygehek casûsî – emeliyatî di welatek cîran de ye ku bo “Mûsad”ê kar dike.

Dewleta Îranê berdewam “terora” zanayên vanikî ên xwe bixe sitûyê Îsraîlê û Azerbaycanê jî hevkarê wan operasyûnan dide zanîn.