Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bokan li hember revandin, destdirêjî û kuştina zarokan man digre

23:56 - 19 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Komîteyekê daxwaza ji xelkê Bikanê kiriye ku di civîna nerazîtiyê li hember revandin û kuştina zarokan di wî bajarî de beşdarî bikin.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, komîteya han ku xwe bi “Komîteya Hevahengî a Girevgirtinê û Xwenîşandan Li Dijî Revandina Zarokên Bajarê Bakanê” daye naskirin, di du şevên derbasbûyî de bi şandina kurtename bo hevwelatiyan daxwaz ji xelkê Bikanê kirine ku roja Înê berwar 20’ê Nîsana 2012’an, di civîna nerazîtiyê li hember azara cinsî û kuştina zarokan ji aliyê girûpên nenaskirî ve beşdar bin.

Herweha roja Duşemiya derbasbûyî ji tirsa revandin û destdirêjî û kuştina zarokan, pirraniya qutabxaneyên bajarê Bokanê hatin daxistin.

Bi gotina “Îclal Qewamî”, Berdevkê Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê, girûpek nenaskirî heya niha 10 qutabiyên Bokanê revandine û piştî destdirêjiya cinsî serên wan jêkirine û xeniqandine.

Malpera “Rodaw” li zarî “Îclal Qewamî” ve belav kir ku şevane hin girûpên nenaskirî ên kêrbidest gefan ji hevwelatiyên bajarê Bokanê dikin, û xelkê wî bajarî ji tirsan ji malên xwe dernakevin.