Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek hevbeş a PDK Îranê û PSK serdana devera Behdînan kir

16:48 - 20 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Heyetek hevbeş a PDK Îranê û PSK, çend hevdîtinek li devera Behdînan pêkanîn.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, rojên 17 û 18’ ên Nîsana 2012’an, heyetek hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bi serperestiya birêzan “Mesûd Tek” Sekreterê Giştî yê PSK û “Rostem Cehangîrî” Endemê Deftera Siyasî yê PDK Îranê seredana devera Behdînan a Kurdistana Îraqê kir û çend hevdîtinên girîng tev partiyê siyasî û saziyên civakî û kulturî ên wê deverê pêkanîn.

Li gor vê raporê, Heyeta hevbeş roja 17’ê Nîsanê serdana Liqa 20’a Partiya Demokrat a Kurdistanê li devera Şêxanê kirin û ji aliyê birêz “Elî Ewnî” ve bi germî hat pêşwazîkirin. Her di heman roj de heyeta hevbeş li Şêxanê beşdarî di Festîvala Werzişî a Dibistanan de kir.

Herweha heyeta PDK Îranê û PSK piştre serdana Laleş a Nûranî kirin û beşdarî cejna Pîroz a “Çarşema Sor” bûn û li Laleşa Nûranî serdana “Babaşêx” kir û cejna wî û Kurdên Êzidî pîroz kirin.

Herweha di roja 18’ê Nîsanê de li Dihokê ji bo pîrozbahiya cejna “Çarşema Sor” serdana Bingeha Laleş kir û ji aliyê birêz “Şêx Şemo” Serokê Bingeha Laleş ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Di dawiya wê gerra serdanan de, heyeta hevbeş a PDK Îranê û PSK serdana Partiya Kildanî-Asûrî a Liqa Dihokê kir û ji aliyê “Albert Gîso” Endamê Serkirdayetî yê vê partiyê ve bi germî hat peşwazîkirin.

Di hevdîtinê de aliyan li ser rewşa Kurdistan û Rojhilata Navîn han û sitandin û basên germ anîn ziman. Endamê Serkirdayetî yê Partiya Niştimanî a Aşûrî Albert Gîso jî spasî ya xwe ji bo serdana heyeta hevbeş a PDKÎ-PSK derbirî û pêdagirî li ser berdewamiya têkiliyên her sê partiyan kir.