Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya Endamekê PDK Îranê li Mihabadê

16:22 - 17 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: “Hacî Husên Sergûlî” endamê kavnarê Partiya Demokarat a Kurdistana Îranê, temen 80 salî li bajarê Mihabadê koça dawiyê kir.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja 14’ê Çileya Paşîn a 2013’an, “Hacî Husên Sergûlî” xelkê gundê “Kosekerêz”ê ser bi bajarê Mihabadê û endamê PDK Îranê, li temen 80 saliyê de seba nesxweşiyê wefat kir.
Ev tekuşere li temenê lawitiyê de hogirê xebata netweyî û çarenûsa gelê xwe bû û bi vê mebestê pêywendî bi PDK Îranê girt û li salên 46 – 47’an de pêywendiyên nîzîk bi şorişa vê demdê hebû û bi taybet li gel Şehîdan Silêman Mueînî û Mela Mehmud Zengene, rastexo li pêywendiyê de bûne.
Li şorişa gelê Îranê li sala 1357’an de çalakane pişkdar bû û erkê Hizbê bi başî birêve dibir û heya Bihara 1372’an de ji aliyê îdada îttilata bajarê Neqedê heya 4 meha hat girtin.


PDK Îranê serexweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Hacî Husên Sergûlî” û xelkê vê deverê dike û xwe di xem û kesera wan de şirîk dizane.
Riha wê şad