Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya bavê şehîdeke rêka rizgariya Kurdistanê

15:39 - 18 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: “Rehman Beg Îxtiyardînî” bavê şehîd “Kerîm Îxtiyardînî”pêşmergeyê PDK Îranê û xelkê gundê “Yakubawaî”a li dewera “Hewtewan”a Banê, seba nexweşiyê koça dawiyê kir.
Li gor rapora malpera Kurdistanmeida, roja 18’ê Çileya Paşîn a 2013’an,Rehman Beg Îxtiyardînî bavê şehîd “Kerîm Îxtiyardînî”li temenê 70’ê saliyê wefat kir.
Şehîd kerîm li sala 1360’a rojî, li rêzên pêşmergên hêza “Arbaba” hat rekxistin û li sala 1363’a rojî de li gal êrişa bo ser Kurdistanê li pişt gundê “Wşke Derê”a Banê hat şehîd kirin.

Rehman Beg kasayetiyakî niştîmanperwer, çeleng û xweşnav bû û hertim piştîwanê PDK Îranê bû û çendîn cara ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Îsalmiya Îranê hetiye girtin û eşkence kirin.

PDK Îranê serexweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Rehman Beg Êxtiyardînî” û xelkê vê deverê dike û xwe di xem û kesera wan de şirîk dizane.
Riha wê şad