• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-11-22 / 1396-09-01   

Azad Kurdî:“Agirî di van çend salên borî de dibistanek ziman a Kurdî û rojnamevaniya Kurdî bûye”.

2012-04-20 / 1391/02/01 - 14:43 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Azad Kurdî:“Agirî di van çend salên borî de dibistanek ziman a Kurdî û rojnamevaniya Kurdî bûye”.
Di 114 saliya rojnamevaniya Kurdî de, malpera Kurdistanmedia hevpeyvînek taybet bi rojnamevan “Azad Kurdî” re pêkaniye, mijara vê hevpeyvînê pirranî bal kişandiye ser rojnameya Agirî a ku PDK Îranê diveşîne. 



Kurdistanmdeia: Di 114’mîn saliya rojnamevaniya Kurdî de, pêvajoya rojnamevaniya Kurdî di çi rewşekê de dimeşe û rojnamevanên îroye Kurd arsteya rojnamevaniya Kurdî berbi çi aqarekê diherikînin?


Azad Kurdî: Piştî sed û çardeh sal bi ser belavbûna yekemîn rojnameya Kurdî, em dikarin bêjin pêvajoya niha ya rojnamegeriya Kurdî hem baş û vegeşiya ye û hem jî nebaş e.


Baş û vegeşiyayî bi vê wateyê ku qonax bi qonax rojnamevanên Kurd ezmûnên nû bidest xistine û ligel derbasbûnê demê, rewşa rojanemgeriya Kurdî jî bêhtir bûye. Faktora me ji bo vê yekê zêdetir Başûrê Kurdistanê ye ku çendîn sal in di bin sîvana azadiyên demokratîk ên hikûmeta Kurdî de, medya û çapemeniya azad heye û zimanê Kurdî serbest e, loma bi bandor wergirtin ji vê rewş û delîveyê, rojnamegeriya Kurdî gellek pêş ketiye. Lê ji xeynî Başûrê Kurdistanê nebe, niha jî li 3 parçeyên Kurdistanê zimanê Kurdî qedexekirî ye, azadiya çapemenî û medyayê tine.


Dema ku zimanê neteweyekê azad nebe, rojnamegeriya wî gelî jî pêş nakeve. Ji ber vê çendê em dikarin bêjin rewşa rojnamegeriya Kurdî li wan sê beşên Kurdistanê ne îdeal e. Lê ligel van hemû astengên ku ser rêya rojnamegeriya Kurdî û rojnamevanên Kurd hene, roj bi roj pêşveçûn tê dîtin, sedem jî hewildan û keda rojnameger û rewşenbîrên Kurd e. Bi giştî neteweyên ku îro rojnamegeriya wan di asteke herî profesyonel û serkevtî de diqede, yek ji fakterên wan ezmûnkirina karê rojnamegeriyê bûye û ya din jî azadiya zimanê wan. 


kurdistanmedia: Nêzîk dehsalek e ku rojnameya Agirî bûna xwe di qada rojnamevaniya Kurdî de ragihandiye, rolê vê rojnameyê di berbipêşçûna ziman û wêje û bi taybetî hişyariya netewî de çiqas bandor çêkiriye?


Azad Kurdî : Ji roja ku Agirî ket nav tora rojnamegeriya Kurdî, yek ji armancên wê ew bûye ku xizmetê bi zindîkirin, parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî û bi taybet Kurmancî bike ku bi Kurmanciya Latînî weşanê dike. Her wek me jor jî behs kir, li Îranê zimanê Kurdî qedexekirî ye, azadiya medya û çapemeniyê mixabin tune ye, rojnamegerên Kurd ligel cezayên dijwar rûbirû dibin, çapemeniyên Kurdî berdewam tên daxistin, vê yekê bandor kiriye ser lawazbûna vê pêvajoyê, Agirî xwest bibe aliyek bo tejîkirina van valahiyan jî.


Rojnamegeriya Kurdî bi Kurmanciya Latînî niha jî li Îranê hêla sor û weşana wê pirr dijwar e. Di vî warî de Agirî şoreşek mezin kir û bandorek erênî kir ser medyaya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê.


Agirî tekane çapemeniya Kurdiya Kurmancî ye ku li Rojhilatê Kurdistanê belav dibe. Hişyariya neteweyî jî armanceke din a Agirî bû, di vê derbarê de em dikarin bandorên Agirî bikin fakter û dadweriyê li ser bikin. Derketina Agirî pêngavek dîrokî û pêwîstiyek çandî û neteweyî bû ku PDK Îranê ev gava pêdivî avêt.


Kurdistanmedia: Bi balkişandine ser rêzman, rênûs, mijar û naveroka rojnameya Agirî, ev rojnameye hilgirê çi peyamekê ye?


Azad Kurdî : Ez bawer im, ji naveroka rûpelên Agirî ev mijar bêhtir berçav dikevin : Gehandina dengê azadîxwazî û xwestekên demokratîk û neteweyî yên Kurdan, daxuyakirina helwêstên PDK Îranê derbarê doza Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û xurtkirina bingehên hişyariya neteweyî, analîz û şiroveya bûyerên siyasî, abûrî, civakî û çandî, gihandina dengê Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê û civandina wan di çarçoveya Agirî de, baldan bi pirs û lêgerên civakî yên civaka Kurdistanê û destnîşankirina rêyên çareserkirina wan. Giringîdan bi pirsên wêjeyî, çandî, hunerî di hemû waran de û xebat ji bo pêşdebirina çand û kultûrek demokratîk û nûjen û neteweyî di hemû astên jiyana takekesî û giştî ya civaka Kurdistanê de.


kurdistanmedia: Di destpêka karê rojnameya Agirî de heya niha, rojnameya han çi pêşkevtinek bixwe ve bîniye û çiqas di nava xwendevan û hogirên rojanmevaniya Kurdî de cihê xwe vekiriye?


Azad Kurdî : Bi nerîna min her karek ji destpêkê heta qonaxek din wek hev nabe, bêguman Agirî pêş ketiye û xurt bûye. sedem jî ev e ku tecrubeyên rêveberên wê weşanê zêdetir dibin, loma bi awayekî normal ezmûnên karê rojnamevaniyê di çendîn salên borî de bandor kiriye ser pêşveçûna karê Agirî.


Her vêna ku Agirî heta niha bê rawestan weşanê dike, xalek pirr balkêş û erênî ya vê duhefînameyê tê dîtin. Dehan rojnamevanên ciwan di Agirî de fêrî zimanê Kurdî bûne û hin ji wan bûne rojnamegerên serkevtî jî. Agirî di van çend salên borî de dibistanek zimanê Kurdî û rojnamevaniya Kurdî bûye. Lê pêwîst e ku rêveberên Agirî di warê teknîk û dîzayn, prensîpên rojnamegeriyê, ziman, naverok û pirrrengiyê de hêj guhertinan çêbikin û bingehên vê belavoka Kurdî bigihînin asta pîvan û standardên rojnamegeriya modern, ev yek tê çaverêkirin.
 

kurdistanmedia: Di rewşa niha a gelê Kurd li Kuredistana Îranê de ku gişt roname û belavok bi zimanê Farsî yan bi zarzimana Kurmanciya Jêrîn “Soranî” belav dibin, weşandina rojnameya Agirî bi zarzimana Kurmanciya Jorîn û bi tîpên latînî bi xasmanî di vedera Kurmancaxiv a Rojhilata Kurdistanê de çi rolek lîztiye û dilîze?


Azad Kurdî : Zimanê ku Agirî ji destpêkê heta niha bikar aniye, Kurmanciyek standard a Botanî ye û hemû Kurmancaxivên her çar aliyên Kurdisyanê jê fêm dikin. Agirî yekemîn rojnameya Kurdî bû ku xwerû bi zaraveyê Kurmancî û latînî li Rojhilatê Kurdistanê hat weşandin. Ji ber ku çapemeniya Kurdî qedex ye, Agirî bi awayê pêwîst û berfireh nagihe destê hemû xwendevanan, ya digihe jî hemû veşartî ye, sedem jî ev e ku Agirî îlegal hatiye ragehandin û dema di dest her hevwelatiyek Kurd de Agirî bê girtin, cezayên giran dixwe. Lê ligel van asteng û dijwariyan jî, Agirî heta astekê digihe dest ciwan, rewşenbîr û hevwelatiyên Kurd bi taybet li herêmên Kurmancaxiv û gellek kes bi rêya Agirî fêrî Kurmancî bûne.


Herwiha Agirî bûye hayder ji bo wan ku hewlên rojnamevanî dest pê bikin. Niha li deverên Kurmancaxiv ji Urmiye heta Makûyê dehan rojnamevan û şarezayên zimanê Kurdî hene.


Hêvî dikim rojek bê ku Agirî bi azadî li welat weşanê bike.
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 314 Dî wê hejmarê de:

-Erdheja siyasî
-Şikesta Kerkûkê dawiya rê nine!
-Pêşmercê serkevtinê, yekrêzî û pêkvebûn e