Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişkbûna gola Urmiyê dibe seba koçkirina milyonan xelkê deverê

18:02 - 20 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Nûnerê Urmiyê di meclisa rejîma Îranê de amaje kir ku ava gola Urmiyê tenê 30 ji sedî maye.

Nadir Qazîbûr dibêje: Berpirsên hikûmetî li hember gola Urmiyê tenê axaftinan didin xelkê, ku ev yek jî bûye seba vê çendê ku tenê 30 ji sedî ava gola Urmiyê bimîne, ku ev yek jî dibe seba hişkbûna gola Urmiyê û bûyera han jî dê dibe seba koçkirina milyonan xelkê derdora wê golê

Navbirî di civînek fermî a Meclisê de got: Wa gola Urmiyê hişk dibe, û Serokkomar gellaleya kişandina ava deryaya Xezer bo bajarê xwe di nêzîkiyên bajarê Simnanê de destpê kiriye!!.

Ev nûnerê Meclisê bi hişyarîdan di pêwendî li gel hişikbûna gola Urmiyê de bi pêdagierî kir ku ger ava çemê Eres negîje gola Urmiyê bi milyonan hevwelatiyên wê deverê koçber dibin.

Nerazîtiyên xelkê di sala derbasbûyî de li hember hişkbûna gola Urmiyê bû seba pejirandina gelaleyekê ji aliyê rejîmê ve ku ava çemê Eres bigîjînin gola Urmiyê, lê ew soza rejîmê jî weke sozêbn din neket qonaxa kiryarê.