Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDK Îranê li wilatê Kanadaê, li xwenîşandanekê de piştevaniya xwe jibo Kurdên Sûriyê nîşan dan

16:51 - 21 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Kurdên kurdistana Sûriyê li Vankovêra welatê Kanadaê jibo mehkûm kirina kuştina xelkê bêtawan û Kurdên vî welatî, xwepêşandanek rêkxistin û komîta PDK Îranê pişkdarî li vê xwepêşandanê de kir.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, xwepêşanderan li hember deriyê pirtukxana giştî ya bajarê Vankovêrê kom bûn û piştevaniya xwe jibo şorişa xelkê Sûriyê nîşandan.
Xwenîşanderan jibilî dana diruşman, nivîsek bi zimanê Eingilsî ku bas ji kuştina hevwelatiyên Sûriyê bi destê hêzên nizamî ên rejîma Suriyê dike, li nava welatiyên vî bajarî de bilav kirin.
Ev xwepêşanderane li nav diruşma xwe de bas ji sîstema Fîdiral jibo pêşeroja Sûriyê kirin.
Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi alîkariya komîta Rojhelata kanada,ê di vê xwepêşandanê de pişkdarî kirin.