Kurdistanmedia: Xelkê Bokanê li hember serîhildana diyardeya revandin û kuştina zarokan de, xwenîşandanek berfireh birê xistin.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, demjimêr 5:30 êwarê bi dema Îranê, berwar 20’ê Nîsana 2012’an, li ser gaziya komîteya “Hevahengî a Mangirtin û Xwenîşandan Li Dijî Revandin û Kuştina Zarokên Bikanê” pêtir ji 3 hezar kes ji xelkê Bokanê, li parka “Sahilî” bi dirûşmdan berbi felekeya “Fermandarî” a bajarê Bokanê meşiyan.
Di meşa han de ku jin di rêza pêşve dimeşiyan, bi dirûşma “Destbikêr û Zarokkuj buhên îdamkirin” û heeweha qîrandina hin dirûşmên dijî rejîmê nerazîtiya cxwe nîşandan.
Li gor çavkaniyê hêzek zaf a rejîma Îranê ku pirranî Îtilaatî û Garda Taybet bûn, hewla pêşîgirtina wê meşa nerazîtiyê didan, lê xelik ji meşa li hember wê diyardeya qirêj ku guman tê kirin destê rejîma îslamî a Îranê tê de be, berdewam bûn û karîn wan hêzan ji qadê dûr bixin.