Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa çekdar û kirêgirtiyên rejîmê bo ser kasibkarên serdeştê

16:19 - 21 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Kirêgirtî û çekdarên rejîma Îslamî a Îranê êrîşek berfireh kirin ser kasibkarên û kolberên Serdeştê, û tevî birîndarbûna kesekê, zirarek pirr mezin ji wan xistin.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, demjimêr 2 heya 4’ê şeva 18 li ser 19’ê Nîsana 2012’an, hejmarek çekdarên kirêgirtî û hêzên Întizamî ên rejîmê êrîşî karwanek kasibkar û kolberên deverek Serdeştê bi navê “Gorredêm” di navbera “Dolebî” û “Dermanava”ê, bi destrêj û teqeyan kesek xelkê Pîranşarê birîndar kirin û di encam de bi qasî 700 milyon tûmenan jî alavên wan zewt kirin ku ew alav ne ên kasibkaran in, ger alavên han ji aliyê rêjîmê ve radestî xwedî nehên kirin, eva tawana wî karî kasibkarên han didin.

Di vê êrîşa berfireh a kirêgirtî û çekdarên rejîma Îslamî a Îranlê de, tevî zewtkirina sercem alavên wan, pêtirî 70 heywanên barhilgir ên wan kasibkaran bi destdêra çekdarên rejîmê hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku di sala derbasbûyî de jî her li hemen cih, hêzên rejîmê pêtirî 50 heywanên kasibkaran kuştin.

Kasibkarên han bi heqdestek kim wî karî dikin, lê di encama êrîşên rejîmê de, ger alavên wan bihêd zewtkirin û heywanên wan bihên kuştin, eva him heywanên wan ên barhilgir ji hesaba wan diçin û him jî pereyê wan alavên zewtkirî gerek bidin xwediyê alavan.