Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewil didin ji hêla mirinê derbas bibin û bigîjin hêla hejariyê

16:26 - 21 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Çalakek kedkariyê dibêje, “tevî nirxa hejariya zaf ku 700 hezar tûmen e, 60 ji sedî a kedkarên Îranî bi wergirtina heqdestê hela “mirinê” dijîn.

Li gor gotina Feramerz Tewfîqî, çalakê kedkariyê, pêtirî 60 ji sedî kedkarên yasayî ên Îranê heqdestê 390 hezar tûmenî werdigrin ku ji bo derbasbûn ji hêla “mirinê” û nêzîkbûn ji hêla hejariyê hewla pîşeyên duyem û sêyem didin.

Ev çalakê kedkariyê dibêje: Hêla hejariyê di îsal de milyonek û 400 hezar tûmen e, ku li ser vê esasê nirxa jêr hêla hejariyê dibe 700 hezar tûmen.

Navbirî amaje kir ku ji ber ku bi rêk û pêkî heqdestên kedkaran nahên dayîn, pirraniya wan ji bo bidest xistina nanê rojane yê malbatên xwe, pirraniya dema temenê xwe di cihê kar de derbas dikin.

Karkerên Îranê seba tehrîmên cîhanî û nigeranî ji gerra duyem a armancdarkirina yaraneyan û nedana wan yaraneyan ji aliyê dewletê ve di rewşek helawêstî de derbas dikin.

Ev çalakê kedkarî pêdagirî dike ku ger dewlet wan piştevaniyên yaraneyan di dema xwe de nede, îsal kirîzek mezin a bêkariyê derdikeve holê.