Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyeke PDK Îranê, li herêma Hevşarê koça dawiyê kir

13:16 - 28 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî pêşîn ê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li gundê “Nebî Kendî”a devera Hevşarê seba nexweşiyê koça dawiyê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, berwar 22’ê Çileya Paşîn a 2013’an, pêşmergeyeke PDK Îranê bi navê “Yehiya Cîdî” û birayê du şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, seba nexweşiya Şêrpencê wefat kir.

Yehiya Cîdî sala 1980 heya sala 1985’an, pêşmergê Prtiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê bû û li hemû bajarên devera Hevşarê çalakî kiriye.

Ev pêşmergeye bi daxwaza xwe û li ser îzna PDK Îranê jibo dabîn kirina jiyana malbata xwe, vedigere naw malbata xwe.

Du birayên Yehiya Cîdî bi navên “Xalid û Ferec”, şehîdê rêya rizgariya Kurdistanê ne.

PDK Îranê serexweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Yehiya Cîdî” û xelkê vê deverê dike û xwe di xem û kesera wan de şirîk dizane.
Riha wî şad