Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

67 sal berxwedan

12:46 - 2 Şibat 2013

Newroz Bawer

Di rojek weha da li meydana Çarçira ya Mahabadê da, roja Kurd li Rojhelata Kurdistanê da helat. 22.01.1946, an ku di roja 2yê Rêbendanê da Pêşewa Qazî Muhemed bi beşdarîya civateke mezin ji her çar parçên Kurdistanê.li meydana Çarçira da Ala Rengîn li darxist û ji dayik bûna komara Mahabadê ragihand. Belê, 67 sala berî niha bi Pêşengî ya PDK-Î li Rojhelata Kurdistanê Komara Xudmuxtare Mahabadê hate damezrandin. Belê, Komara Mahabadê her çiqas temenî xwe salek jî nekir, lê belê gelek destkevtên hêja û giranbiha xulqandin. Li dîroka dur û dirêjê netewa Kurd da , ev Komarê wekû rupelekê zêrîn hatîye tomar kirin. Wek sitêreke geş û birîqedar e li esmanê Kurdistan, ji bo xebat û tekoşana gel û welat armanceke pir bihagiran e. Netewa Kurd bi xasima gelê me li rojhelata Kurdistanê bi pêşengatî ya PDK-Î , rojeke zêrîn li dîroka netewa Kurd da tomar kirin û ew bûyera bêheval bi xûna sorxelata şehîdên Komarê hate xemilandin. 31 Adara heman salê da her li wê meydana ÇARÇIRA da, rejîma dagirkerê Şahenşahî, li sêdarê dana Pêşewa Qazî Muhemed, Sedrî Qazî û Seyfî Qazî ve Komara Mahabadê jî holê rakir. Ala rengîn, Pêşewa Qazî Muhemed emanetî Generalê navdar,serkirê meydanî, Mela Mistafayê rêber,kir û Barzanî ew ji dagirkerên Kurdistanê wek rohanî ya çavên xwe parast, hita ku ew rumetî bû nesîbê serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî, li Başur, emanetê Pêşewa, bi destê xwe li asmanê Kurdistanê li jêra surudê EyReqîb li darxist. Bi vê yêkê nemiran Pêşewa û Barzanî hatine piştrast kirin. Nevîyên wan, rêving û ala hilgirên wan, ew erka xwe bi cîh anîn, soz û peymana xwe bi cîh anîn. Wana rumetîyekê mezin kirin. Her bijî desthelatdarî ya sîyasî ya Başûra Kurdistanê. Belê eve li ser hev 67 sale PDK-Îranê, hizba Qazî û Qasimlo û Şerefkendî her di vê rêbazê da bê rawistan berxwedide. Xebata wan camêrana bi gotarekê wusa kurt da nayê nivîsandin. Lê belê ez dixwazim tinê karekê wana yê bi rumet li vêderê da destnîşan bikim. Li ser ziman û çanda xwe çawa çeper girtin. Dema ku rejîma Şahenşahî hilweşa, derfet xulqa ,hizbê dest bi perwerda zimanê Kurdî kir. Berî her tiştekî di nava refen hizbê da destpê kir, mamosta yên dersdar perwerde kirin, li her gundekî rizgar kirî da, xwendigeh ji bo zarokan û dersa ferbûna zimanê Kurdî ji bo mezinan desteber kirin. Hizba Qazî, Qasimlo û Şerefkendî li jêr xebata şerê çekdarî da qet û qet sistî nekir ,sengerê çandî û civakî û abûrî û sîyasî bi hevra domand. Her çîqas Kurdî û Farisî pismamê hev bûn jî, dest bi cîh ziman û çanda Kurd vejîyand. Bê guman alozîyeke mezin li wêderê da jî heye, gel bi sê zarave diaxive, Kurmancî, Soranî, Hewramî û Lorî. Hizbê her di vê rewşa giran da hem û alîyên jîyanê bi zimanê Kurdî xemiland. Di baregehên xwe da, di karê rojane da di nava refên pêşmerge û kadiran da zimanê Kurdî hate cihgîr kirin. Hita gelek kesên ku ne Kurd bûn, wek Fars, Belucî ,Azerî ku di nava rêzên hizbê da bûn, an jî mêhvan bûn, fêhrî Kurdî bûn. Lê baş e gelo em Kurdên bakurê, wê kengî bikarîbin, di mala xwe da di nava refên teşkîlat û rêxistina xwe da, di nava komel û civatên xwe da zimanê xwe bi kar bînin. Ji ber ku bê ziman jîyan nabe. Belê, bê guman wek mirov jîyan berdewam dike û her cihê ku cîwar e û bi her zimanekê ku dixwaze bijît, lê wek Kurdekî welatperwer û dilsoz nabe. Kengî me xwe ji wan qeyd û bendana rizgar kir emê hingê bikarîbin gel û welat ji, ji bindestî rizgar bikin. Ji ber ku rizgarî di nava destê me da ye. Me ew di nava qeyd û bendan da hêlaye. Belê 67 salîya sal û roja Komara Muhabadê di bar û doxekê gelek dijwar da tê pîroz kirin. Armaca pîroz e gelê Kurd îro seranserê Kurdistanê xwe li qonaxeke nû xistîye. Ez hêvîdar im kû Ala hilgirên Komara Mihabadê bikaribin di demekî kin da refên xwe yêkgirtîtir û bi hêztir bikin. Ji ber ku di salên birahîya me da gelek erkên giran dikevine ser milê wan. ji bo careke dinê pîroz be 2 yê Rebendan. Berdewam be rêbaza Qazî, Qasimlo û Şerefkendî.

Çavkanî:dengeazad