Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDK Îranê derheq dawîhatina Sêyemîn Pilînoma

12:34 - 3 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq dawîhatina Sêyemîn Pilînoma Komîta Nawendî, daxuyaniyek bilav kir.

Pilînoma Komîta Nawendî ya PDK Îranê li 27’ê Çileya Paşîn a 2013’an, dest pêkir û komek bas û gotarên pêywendîdar bi pêşhatêna siyasî ên Kurdistan, Îran, dever û Çîhan têde ketn ber bas.
Deqê daxuyaniyê:
Bo agahdariya nûçegehaniyan sêyemîn pilînoma Komîta Nawendî a hilbijartî ji aliyê kongira 15’ê a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi beşdariya piraniya ji endamê eslî û cêgirê Komîta Nawendî roja yekşemiyê 27’ê Çileya Paşîn a 2013’an dest pêkir û piştî sê rojan karê berdewam roja sêşemiyê dawî bi karên xwe anî.
Pilînom bi ragehandina deqeyeê bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdan dest pêkir û destpêkê destûra karê pilînomê ku pêştir bi agahiya pişikdarên pilînomê gehiştibû kete ber bas û paş pesendkirinê sekreterê giştî ê PDK Îranê rêzdar Mistefa Hicrî şirove û berhevdanek siyasî li ser bûyerên navbera pilînoma duyem û sêyem a PDK Îranê, kir. Ev berhevdad pitir li ser mesele û pêşhatên Cîhan, dever, Îran û Kurdistanê bi giştî bûn.
Hilbijartina dîsa ya Obama bi serkomariya Amrîka yê û pêywendiyên Cîhanî û rada hevhelwêstiya li gel welatên Ewropa yê bi hûrî îşere pê hat kirin û cihdanîna ev helvîsta û alugorên ku li ser rewta bûyerên Cîhanî û herêmî bi taybet herêma Rojhelata Navîn şîk kirin.
Tewereka din ya lêkdanê rewşa herêma Rojhelata Navîn û aloziyên wan herêmane weke dirêjiya xebata xelkê Sûriyê, aloziya Mîsrê û encama vê rewşê li ser pêşeroja herêmê bû.
Li pêywendî li gel Îranê jî birêz Mistafa Hicrî amaje bi kêşa etomiya komara Îslamî a Îranê li gel Çîhana dereve û nîgeraniya Cîhanî ji destpêka gehîştin a komara Îslamî bi çeka komkojî û bê encambûna rûnştina Ajansa Navnetewî a Têhna etomî û welatên 5+1 li gel rejîma Îranê û herweha bersîva erênî nedana vê rejîmê bo nehêlana nîgeraniyan kir.
Her di vê pêywendiyê de basek li ser sepandina dorpêçan li ser komara îslamî a Îranê û bandor a dorpêçan li ser rejîm ji aliyekê û li ser jiyan û derbaskirina xelkê ji aliyek din de bû û pêşbîniya vê hatibû kirin ku domawan siyasetên rejîma Îranê dorpêçan qahîmtir û zêdetir dikin.
Beşek din ya lêkdaneweya nawbirî bas ji rewşa welatên deverê bi giştî bû û di vê pêywendiyê de pêngav hilgirtina dewleta Turkiyê û Rêzdar Ebdulla Ocelan serokê PKK ê bo got û bêjan bi armanca çareseriya pirsa Kurdên vî welatî ji rêya aştîxwazane ve, wek kareke girîng li pênaw qazac û berjewendiya Turkiyê û Kurdan zanîbû û hêvîxwaz bû ku ew pêvajo serbarî astengên ser rêya bigîje armanca xwe.
Aloziya Îraqê û bandor li ser hikumeta Herêma Kurdistanê beşeke din ji naweroka vê lêkolînewê bû, di vê pêywendiyê de rêzda sekreterê giştî li ser vê bawerê bû ku ev aloziyane bi wan zûyane bidawî nayê, bi taybet ku rejîma Îslamî a Îranê bi pilandanîn û kar û tekoşîna berdewam mijûlî kûrkirina kêşe û dûjminayetiya netewî û olî bi qazancê xwe ye, ji ber hindê dibe Kurdên Îraqê yekgirtî û hişyar pêngawan hilgirin bona ku encamên pêşbînî nekirî.


Li dirêjahiya vê lêkdanê de rewşa Sûriyê û bi dirêjahiya vê şerê ku nîzîk bi du salan di navbera hikûmeta dîktatora vî welatî û xelkê nerazî pêk hatiye hat ber bas. Di vê pêywendiyê de amaje hat kirin ku her çend hikûmeta Beşar Esed seba harîkariya bêderîxa hevpeymanan bi taybet rejîma Îslamî a Îranê kariye bo demeke din jî şer û kuştina xelkê bûdifa û jin û zarok Sûriyê bê kuştin û welatê zêdeti wêran biken, lê ev heyame dirêj nabît heriûa ciwala xelkê wezale hatiya Sûriyê ev hikûmetê birûxîne û Beşar Esed û darûdesta vî her vê çarenûsê tûş dibin ku li 2 an 3 salê derbas bûiy beşek ji dîktatorên din ya herêmê tûş bûn.
Sebaret bi rewşa xuşk û bira ê kurdên vê welatî rêzdar sekretrê giştî PDK Îranê nigeraniya we li rewşa deha hezar malbat ku li sir û seqema zivistanê naçar bûn mal û cihê akinciya xwe bihêlin û li helomera nalebar de derbas diken, di vê bawerê de bû Kurdên vî welatî paş nemana vê hikûmetê bûgoman destkevta siyasî dê baş bibe bêgoman rade û asta ev destevtane girêdaî bi rada yekbûna hêza siyasî û hevpeyvîna cida cida a Kurd di vê welatê de û bername û pilana hevbeş û yekbûyî a niha û paş roxana hikûmeta Beşar Esed.
Mesela Îranê û axirîn bûyer û alogorên vê welatî beşek girîng a rapor û likdanê bû. Di vê pişkê de tevî amajekirin bi kûrtirbûna aborî û siyaseta Îranê gihîştin vê encamê ku rejîm bi domandina siyasta çevt ya xwe li navxwe û dereve nikare kêşên xwe kêm bike, û ew yek nîşananeya vê rastiyê ye ku rewşa rejîmê ji hemî aliyekê ve xirap e, bi taybet rewşa jiyan û derbaskirina xelkê şipirzetir dibe ku encama wê dibe bêzariya zêdetir a xelkê Îranê li rejîmê û bê hêviya hêz û aliyên navneteweyî bi taybet li Rojava û Rojhelata Navîn li warê guhertina reftar û siyaseta rejîmê, lewra rejîm roj bi roj zêdetir li hêza vêzarbûyî ya xelkê û siyaseta navneteweyî ditirse, lê ronê û li tirsa serhildana xelkê tundûtîjî, serkut û heta hejmara bidarwekirin zêdetir diket, aliyê din ya wan tundûtîjiyan vedigere ser amadakariya şanoyek din bi navê hilbijartina serkomarî a dewra 11’him ku qirare rejîm li meha Gulanê evsal dê birêve bibe.
karbidestên hikumetê jiberku bixwe baş dizanin ku ev şanogeriye weke şanogeriya sala 2009’an renge nerazîbûna û berxwedana xelkê lê bikeve, her ji a niha de dixwazin xelkê çavtirs biken bo evê ku dîsa serhildanên bi vî awayî nekin. Her di vê pêywendiyê de birêveberiya nizamî û leşkerî, keseyetîyên olî kirêgirtiyên rejîmê û Xamineyî bi eşkere xmijûlî darêtina pîlanan in. Di vê pêywendiyê de ewlehîkirina pitir ya Kurdistana Îranê û givaşa pitir bo ser rojnamevanan û çalakên siyasî û netewên din yê Îranê bi taybet Ereban, ku li çend mehên derbasbûyî de em şahid bûn encama wan siyasetan in.
Li beşûa din a rapora sekretêrê PDK Îranê der ronahî hatibû xistin li ser kar, û tekoşîna PDK Îranê di navbera pilînoma pêşîn heya pilînoma sêyem, tekoşîna pêywendiyên PDK Îranê di vê demê de bi taybet girîngiya îmzakirina peymana parastina mefê jinan û zarokan li dema şer li Jinêvkalê û beşdariya nûnerê PDK Îranê li kombûna Duhe a ku nawenda gotûbêjên Elcezîrê sebaret bi mesela Kurd pêk hatibû, herweha dirêjedana siyaseta diyalog û lêk nêzîkbûn li gel hevalên pêşîn bi taybet serdana heyeta bilindpaye a PDK Îranê bi serperestiya sekreterê giştî yê PDK Îranê û her paş wê, serdana heyeta bilinpaye a wan hevalane li Deftera Siyasî a PDK Îranê, bo beşdaran hate rohn kirin, û cereka din pêdagirî li ser dirêjîdana siyaseta lêk nîzîkbûn û hevkarî kirin li gel partên Opozîsyon ên Kurd hate kirin.
Beşa dawiya karê pilînomê danîbûn bo basa encama karê wan heyetên ku li kombûna pêştir a Komîteya Nawendî li rastaya cîbicîkirina erk û gohertinên ku li kongera 15’ê de biriyar dabûn bo amadekirina ayînnamên nû, an jî pêdeçûn û bernama kar û ayînnaman, û me’mûriyetên ku bi wan hatibûn sipardin. Komîta Nawendî paş basa hûr û pêdeçûna bi ser karê amadekarina heyetan û karê tekoşîna sê mehên derbas bûyî, têbînî û rasipardên xwe bo bernama karî a dahatû heta kombûna dahatû destnîşan kir.

Dawiya karê pilînomê hatibû danîn bo çend têbîniyan li gor hemî lêkdanewe û bîrûboçûnan û herweha bo hişyarkirina ptir û pêşveçûna pitira ya kareûbaran ji aliyê sekreterê gişî yê PDK Îranê, û paş bas û lêkdanewe li ser her yek ji wan meselane, ew bas bi pesenda pilînomê gehîştin.
Sêyemîn pilînom a komîta nawendî a hilbijartiya kongira 15’ê a PDK Îranê paş encama hemû ew babetane ku li destûra pilînomê de hatibûn, demijmêr 11:30’ê şevê ya sêşemiyê dawî bi karên xwe anîn.


Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
30’ê Çileya Paşîn a 2013’an