Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sînemakareke Kurd xelata sî û şeşemîn gera fistîvala fîlma “Gutnbirg”a Suêdê wergirt

14:36 - 6 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Fîlma Berya berf bibare” xelata baştirîn fîlma fistîvala “Gutnbirg”a Suêdê bi dest anî.


Nûçegehaniya “BBC”ê bilav kir, fîlmê bi navê Berya berf bibare” (Before snowfall) yê derhênerê kurd Hêşam Zaman li mihrîcana fîlmên navnetewî li bajarê Swêdê Gutnbirg xelata fîlmê herî baş ya bakurî wergirt.

Mijara fîlm serpêhatiya kesekî bi navê Şiyar e, ku ji başûrê Kurdistanê bi qaçaxî derbasî bakur, hêla Turkiyê dibe.
Lê Şiyar ne ji bo şerê li hember bindestiyê hatiye bakur, nexêr, xuîşka wî yek revandiye û Şiyar jî ketiye pey şopa wan ji bo ku wan li Turkiyê bikuje.

Jibo fîlma xwe, Hêşam Zaman ku li ser navê Norvêjê beşdarî mihrîcanê bûbû milyonek kiron xelat sitand.

Navroka vê fîlmê bi zimanên Kurdî, Turkî, Yûnanî, Almanî û Îngilîsî hatiye çêkirin.