Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkirina dezgehên mahwareyan li Merîwanê berdewam e

16:40 - 22 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Şepolek nû a komkirina dezgehên mahwareyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li deverên bajarê Merîwanê destpê kir.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, di heyamê çend rojên derbasbûyî de pêlek nû a komkirina dezgehên mahwareyan li gereka “Pomp Benzîn” a bajarê Merîwanê destpê kir û hêzên întizamî ên rejîma Îranê bibê îzna dadgehê derbasî malên hevwelatiyan bûn û dest bi ser dezgehên mahwareyên wan de girtin.

Ew pêla komkirina dezgehên mahwareyan di halekê de destpê kiriye ku rejîmê parazît xistiye ser kanalên televîzyonî ên dijberî xwe û pêşî ji gihandina zanyariyên rast û dirûs bi xelkê digre.

Komkirina mahwareyan taybet bi çend deveran nine, belkî pirraniya gund û bajarên Kurdistanê girtiye û rejîma îslamî a Îranê hebûna dezgehên mahwareyan ku îmkana pêwendiyên xelkê tev cîhana azad de pêktîne, bi wateya şerrê nerm tê hesibandin.