Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka du şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, çend kesayetiyên naskirî û endamê PDK Îranê koça dawiyê kirin

14:35 - 7 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Çend roj berî niha dayîka du şehîdên PDK Îranê li herêmên Nexede û Urmiyê, sê kesayetiyên naskirî li herêma ser bi Urmiyê, Nexede û Mihabedê û herweha endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê koça dawiyê kirin.


Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, Roja 3’ê Şibat a 2013’an dayîka şehîdeke PDK Îranê bi navê “Gulê Ezerdîw” xelkê gundê “Kerêze”a devera Sindûs a bajarê Nexedê seba nexweşiyê koça dawiyê kir.
Xanima Gulê dayîka “Bayîzîd Tepereşî” şehîdê PDK Îranê bû.
Termê dayîka şehîdê rêya rizgariya Kurdistanê di nav xem û kesera xelkê gundê “Karêze”a Şikakan û devera Sîndûsê teslîmî erdê hat kirin.
Herêma Soma li Urmiyê:

Roja 4’ê Şibat a 2013’an dayîka şehîdeke din yê PDK Îranê bi navê “Seyran Tosen” temen 85 salî, keça “Hacî Sebrî” xelkê gundê “Kûran”a ser bi herêma Soma yê seba nexweşiyê koça dawiyê kir.
Xanima Seyran dayîka “Xosret Xodadî” şehîdê PDK Îranê bû.
Îbrahîm Mihemedî temen 55 salî, xelkê gundê “Axçeqel”a ser bi herêma Soma a Urmiyê, seba nexweşiyê koça dawiyê kir.
Kekê Îbrahîm keseke nîştîmanperwer û cihê bawerî û dilsozê PDK Îranê bû û xizmeteke mezin bi kadr û pêşmergan kiriye.
Îbrahîm Mihemedî, birayekî wî jî bi navê “Ebdulselam Mihemedî” li rêza PDK Îranê şehîd bû.
Devera Sindûs a Nexedê:

Kesayetiyeke naskirî bi navê “Elî Mam Şêx” kurê Smaîl xelkê gundê “Xelîfan”a devera Sîndûs a Nexedê seba rawestana dil koça dawiyê kir.
Elî Mam Şêx cihê baweriya xelkê vê deverê bû û dema şerê çekdarî ê xizmet bi pêşmergan kiriye.
Mihabad:

Roja 4’ê Şibat a 2013’an kesayetiyeke bajarê Mihadadê bi navê “Hacî Ehmed Mewla Nijad” koça dawî kir.
Hacî Ehmed kesekî nîştîmanperwer bû her bi vê mebestê 5 kes ji malbata vî bi sûçê hevkarîkirin bi partiyên Kurdî ve li girtîgehê ne.
Rêdîn sipî û kesayetiyên bajarê Mihabadê daxwaz ji rejîmê kirin ku kur û newiyê girtî yê Hacî Ehmed bo rê û resma bi axê sipardina termê nabirî bêne şandin, lê daxaza van dijayetî lêhat kirin.
Serpira Zehaw:

Ehmad Muradî kurê Salih xelkê gundê “Berq û Baran”a ser bi deşta Zehaw, seba nexweşiya dil li temen 55 saliyê de li bajarê Silêmanî a Herêma Kurdistanê koça dawî kir.
Kekê Ehmed sala 1993’an bûye endamê PDK Îranê.

Termê kekê Ehmed bi beşdariya heval û hûgiran û xizman li bajarê Kelar a Herêma Kurdistanê teslîmê erdê hat kirin.
PDK Îranê serexweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Xanima Gulê, Xanima Seyîran, Îbrahîm Mihemedî, Elî Mam Şêx, Hacî Ehmed Mewlanijad û Ehmad Murdî” û xelkê vê deverê dike û xwe di xem û kesera wan de şirîk dizane.

Riha wan şad