Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji berhemên Şêkspîr bi zimanê Kurdî çap û bilav bû

16:17 - 7 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Wergêrana Nimayêşnameya bi nav û deng a“hamelt” a Şêkspîr bi zimanê Kurdî tewî pêşwaziya xelkê rû bi rû bû.

Li gori nûçeya malpera “yeniozgurpolitika” weşanxaneya” Lis” a bajarê Amedê dest bi çap û bilav kirina hin ji berhemên nivîskar û Şanonivîsên mezin yê cîhanê kiriye û divê pêxemê de nimayêşnameya “hamelt” bi zîmanê Kurdî hat wergêrandin.

Kawa Nemir wergêrê berhema han bilav kir ku nav hatî li halê wergêrandina hemû berhemên Şikspîr bi zîmanê Kurdî ye û di meha pêş de berhemên din ê Şikspî bi navên “ Xeyalên nive Şeva Havînê”, “Mikbes”Atllu û Rumlo û Joliyêt jî dê bihên çap û bilav kirin.

Kawa Nemir di sala 1975’an li bajarê Îxdir a Kurdistan Turkiyê hatiye dinê û heya niha 25 pirtûk bi zimanê Kurdî bilav kirine û her wisa 5000 helbest li helbestvanên navdar ên Emrikî û Engilisî û Îrlendî bi zimanê Kurdî wergerandine.
Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan berî niha romana 10’bergî a nivîskarê bi nav û deng ê Îranî” Mehmud Dulet Abadî” ji aliyê wergêrek Kurd ji zimanê Farisî bo ser zimanê Kurdî hat wergêrandin.
Romana Kilîdêr ji aliyê “Siyaweş Şasiwarî” bo ser zimanê Kurdî hatiye wergêrandin û ji aliyê dezgeha çap û bilav kirina “Serdem”li herêma Kurdistanê hatiye çap û bilav kirin.