Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeka komîta PDK Îranê li Biljîka beşdarî li civîna hevbeş di navbera partiyên Kurdistanî kir

15:47 - 10 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Bi armanca pêkanîna komîteyeke hevbeş a hêzên siyasî yên Kurdistanê li Belçîka û rêvbirina xebat û çalakiyên hevbeş ên netewî, roja şemî 9`ê Sibata 2013`an, nûnerên 9 partiyên siyasî yên Kurdî li Belçîka li bajarê Antwerpen ê vî welatî civiyan.


Şandeke PDKÎ – Komîteya Belçîka bi serperestiya Îbraîm Xudamuradî berpirsê komîteyê, di vê civînê de beşdar bû.

Li gor rapora gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, civînê bi sirûda netweyî ya Ey Reqîb destpê kir û piştre destûra karê yekemîn civîna hevbeş a wan hêzên siyasî ket rojevê û piştî têbînniyên nûnerên beşdar, civîn bi fermî destpê kir. Nûnerên her yek ji hêzên siyasî yên Kurdistanî li Belçîka, pêkanîna komîte yan saziyek hevbeş a bi vî awayî di navbera hemû hêzan de û hevkarî û hevxebatiya partiyên siyasî yên Kurdistanî di gellek bone û munasibetên neteweyî de giring zanîn. Hemû aliyên beşdar amadebûna xwe diyar kirin ku heta serxistina vê pirojeyê civîn û gotûbêjên xwe bidomînin.
Nûnerên beşdar biryar girtin ku Newroza îsal bi hevbeşî bigirin û di civînên pêşîn de aliyên cuda cuda yên pêkanîna wê komîteya hevbeş binirxînin û herwiha tekez hat kirin daxwaz ji nûnerên hemû partiyên siyasî yên kurdî yên din li Belçîka were kirin ku tevlî vê pêngavê bibin.
Hêzên beşdarî civînê ev bûn:


-Lijneya Navçeya Belçîka ya Partiya Demokrata Kurdistanê
-Komîteya Rêxistinên Yekîtya Nîştimanî ya Kurdistanê
-Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê – Komîteya Belçîka
-Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriya
- Partiya Demorata Kurd li Sûriya – El Partî
- Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Sûriya
- Partiya Demokrata Kurd li Sûriya
- Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriya
- Partiya Demokratî Kurdî ya Sûriya