Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya Fermandeyeke Serdemê Komara Kurdistanê

18:52 - 12 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Fermndeyeke serdemê Komara Kurdistanê li herêma Urmiyê seba nexweşiyê koça dawiyê kir.

Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, Fermndeyeke serdemê Komara Kurdistanê bi navê “Husên Îsmaîlzade” xelkê gundê “Mernê”a ser bi herêma “Soma û Biradost”ê seba nexweşiyê li yek ji nexweşxanên bajarê Urmiyê çu ber dilovaniya xwedê.
Mam Husên serbarî kêm bûna temê wî, seva jêhatiyê weke Fermndeyek artêşa Komara Kurdistanê hatibû hilbijartin û paş herifîna Komara Kurdistanê li xebat û tekuşîna xwe berdewam bû û li rêza Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ma û paşan jî li şorişa salên 68- 69’ zayinî an de pişkdarî kir.

3678.jpg


PDK Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Mam Husên Îsmaîlzade” û xelkê deverê dike û xwe di xem û kesera wan de şirîk dizane.

Riha wî şad