Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veguheztina du girtiyên siyasî bo Qerentîneyê

15:16 - 23 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Du girtiyên “Ewlehî” ên Kurd li girtîgeha bajarê Seqizê bo qerentîneya wê girtîgehê hatin veguheztin.

Ajansa nûçegihaniya “Mukrian” ê ragihand ku hevbendiyên wan du girtiyan di riya telefonê tev ajansa han zanyarî dane ku serê sibê a îro Dûşemî berwar 23’ê Nîsana 2012’an, du girtiyên “Ewhelî” ên girtîgeha bajarê Seqizê bi navên Bêhroz Tehmasebî û Xalid Emînpûr bi biryara berpirsên girtîgehê bo Qerentîneyê hatin veguheztin.

Li gor çavkaniyê heya amadekirina vî nûçeyî, ji sedemên veguheztina wan du girtiyan tu zanyariyek di ber dest de tune ye.

Tê zanîn ku Bêhroz Tehmasebî bi tawana hevkarî tev partiyek siyasî a dijberî rejîmê bi 4 salan hepsê û Xalid Emînpûr bi tawana endametî di partiyek “neyasayî” û ... ji aliyê dadgeha Şoreşa Îslamî a wî bajarî ve bi 12 salan hepsê hatine mehkûmkirin.