Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê awayê jiyana Beşar esed dike armanc

16:30 - 23 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Yekîtiya Ewropayê tehrîmên nû ku ji qedexekirina alavên losk pêktên bi ser rejîma Sûriyê de sepandin.


Li gor nûçegihaniya “Firansa” Yekîtiya Ewropayê îro Dûşemî berwar 23’ê Nîsana 2012’an, gerrek nû a tehrîman bi ser rejîma Sûriyê de sepand.
Tehrîmên han pêk tên ji qedexekirina alavên loks û giranqîmet ku ji bo karên du alî tên bikaranîn, û herweha wê yekîtiyê ragihandiye ku ew alav di tepeseriya xelkê ji aliyê rejîma Sûriyê de bikartên.
Dîplomatekê ku nexwast navê wî eşkere bibe, amaje kir ku Yekîtiya Ewropayê bi vê kiryarê awayê jiyana Beşar Esed û Esma Esed hevjiya wî kiriye armanc.
Biryara han di rûniştina wê dawiyê a 27 welatên Yekîtiya Ewropayê de hat sitandin.

765.jpg


Cara çarem e ku Yekîtiya Ewropayê tehrîman dixe ser rejîma Sûriyê.
Rejîma Beis a Sûriyê bi Serrokatiya Beşar Esed pêtirî salek e ku tuşî kirîzên hundir bûye û xelkê wî welatî bi meşên nerazîtiyên ên berfireh di gişt bajarên wî welatî de daxwaza nemana desthilata dîktator a Beşar Esed dikin.
Di vê pêwendiyê de heya niha pêtirî 12 hezar kes di wan nerazîtiyan de bi destên hêzên nîzamî û Ewlekariyê ên rejîma Sûriyê hatine kuştin, nerazîtiyên han hêj berdewam in û rejîma Sûriyê gişt soz û qearên navnetewî binpêkirine û ji kuştina xelkê nezrazî berdewam e.