Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê kolberek Kurd kuşt û îzin neda termê wî li gundê xwe bihê veşartin

15:45 - 24 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Kolberek temen 17 salî yê xelkê bajarê Şino bi sedema desrêja hêzên Întizamî ên rejîmê canê xwe ji dest da û îzin bi malata wî nehat dayîn ku termê wî li gundê xwe veşêrin.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, nîvroya roja 22’ê Nîsana 2012’an, hejmarek kolber li nêzîk gundê “Tacînawê” li devera Şinoyê ketin ber destrêja raste rast a hêzên rejîma Îranê û di encam de kolberek ciwan bi navê “Feysel Temûyî” kurê “Hemze” xelkê gundê “Tacînawê” temen 17 salî canê xwe ji dest da û kolberek din jî bi navê “Bêhzad” bi giranî birîndar bû û niha di yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de li jêr çavdêriya pijîşkî de ye.

Li gor hemen çavkaniyê, termê “Feysel” kolberê temen 17 salî, demjimêr 10’ê şeva derbasbûyî bi beşdariya hêzên Întizamî ên rejîmê û rêjeyek zaf a Garda Taybet a bajarê Urmiyê li gundê “Dirû” bi mercekê ku nabe li gundê xwe “Tacînawê” bihê veşartin, radestî malbata wî hat kirin.

Lewma demjimêr 12’ê şevê, termê “Feysel” li gundê “Dirû” bi beşdariya malbata wî û hejmarek kim a kes û karên wî li jêr çavdêriyek tund a hêzên rejîmê de hat veşartin.

Hêzên rejîmê di vê hêrîşa hovane de dest bi ser alavên kasibkar û koberan de girt û bi destrêja rasterast hejmarek zaf a heywanên barber ên kasibkaran kuştin.