Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û PDKÎ daxuyaniyek bi boneya şepola destbiser kirinê li Kurdistanê weşandin

16:00 - 14 Adar 2013

Kurdistanmeida:Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya pêla destbiserkirinên wan dawiyane ya hemwelatiyên Kurdistana Rojhilat, daxuyaniyeke hevpar bilav kirin.

Deqa nawerikê:

Kom û komeleyên cîhanî ên alîgirê mafê mirov
Xelkê azadîxwaz ê Îranê
Hemwelatiyên Kurd
Dezgeha tepeserkare rejîma Îranê bo carek din bi awayek berfireh dest bi girtin û zextxistina li ser çalakên warê çandî û xelkê Kurdistanê kiriye, û bi pîlanek din dest kiriye bi pêkanîna rewşa tirs û xofê li Kurdistanê.

Li heyamê nêzîk bi hefteyek berî niha ve zêdetir ji 30 kes li bajar û cihên curbicur ên Kurdistanê ji aliyê dezgehên Îtilaatî û tepeserkar ên rejîma Îranê ve bi bê tu sedemek diyar destbiser kirine, li piraniya wan destbiserdegirtinan de malbatên wan ji cihê ragirtina wan û qedera wan û herweha ew tometên li ser wan, agehdar nekirine.
Ew kesên ku li herêmêm curbicur de hatine destbiser kirin, em dikarin qala wan kesan bikin:


Mehabad:
Qasim Ehmedî, Xosro Kurdpûr, Mesûd Kurdpûr. Ew sê kesane li rojên 16, 17 û 19’ê Reşemê de destbiser kirine.
Pawe: Li roja 19’ê Reşemê pênc kes bi navên Qani’ Hatemî, Mihemed Nîgarî, Babek Ebasî, Mo’tesem Şafêî, û Cehanbexş Ehmedî hatine destbiser kirin, û pêştir li roja 17’ê Reşemê de Yasêr Kakayî, û li roja 14’ê Reşemê de sê kesên din bi navên Bextiyar Resûlî, Moxtar Ehmedî û Setar Ehmedî li bajarê Pawe û li gundê Xanega dest bi ser kirine.

Eva di demekê de ye ku çend roj berî niha du kes bi navên Kêyhan Ezîzî û Davûd Xefarî bi tometên nediyar hatibûn destbiser kirin û li jêr îşkenceyê de rewşa Kêyhan Ezîzî ne baş e. Her di vî bajarî de du kesên din bi navê Ferdîn Resûlî û Bextiyar Kakayî hatine destbiser kirin.

Nexede: Pênc kes bi navên Mihemed Sohrabî, Nasêr Nê’metxah, Kamiran Osmanî, Şehab Ehmedîazer, û Yosêf Hacîxoş ji aliyê dem û dezgehên ewlehiya rejîmê ve hatine destbiser kirin.
Şino: Du kes bi navên Qadir Dastan û Rehîm Fitûhî,  bi bê sedem hatin dest biser kirin.
Sine: Li roja 17’ê Reşemê pênc kes bi navên Elî Azadî, Bêhzad Ferecullahî, Hemîd Mehmûdnijad, Seyid Xalid Husênî, û Wefa Qadirî, bi tometa birêvebirina rêûresma roja Jin, hatine destbiser kirin.
Ew pêla nû ya girtin û binpêkirina azadiyên xelkê û îşkencekirina girtiyan di demekê de birêve diçe, ku hem civaka Îranê li jêr kirîzên aborî ên ku ji aliyê rejîmê bixwe ve hatine pêkanîn, mijûlî serîhildanê ye û hem jî li bereberê newrozê de ku wek deb û nerîtên her timî ên Kurdan ku ber bi pêşwaziya cejna rizgariyê ve diçin, rejîm ji encama wan bûyerên ku li pêşiya wan e, ditirse. Ji aliyek din ve rejîm mijûlê xwe amadekirina bo rêxistina dewreke din ya bi nav hilbijartinan e û bona pêkanîna rewşa tirs û xofê ji girtin û azardana rojnamevanan û herweha destbiserkirin û îşkencekirina çalakvanan û xelkê asayî ê Kurdistanê dest pê kiriye û bi vî awayî dixwaze ku hem newroz û sala nû ji xelkê Kurdistan û Îranê bike şeva tirs û dilekutê, û hem jî li melevaniya hilbijartinê de, bi saxî jê derbas be, û li vê derheqê de bo serxistina pîlanên xwe derba xwe li azadîxwazan û bi taybetî azadîxwazên Kurd bide.
Li tewaya kom û komeleyên navnetewî em daxwazkar in ku îznê nedne rejîma Komara Îslamiya Îranê, ku li ber çavê xelkê cîhanê wan tepeserkariyan berdewam bike, û civaka cîhanî jî nabe bêdeng be.

Em daxwazê ji xelkê azadîxwazê Kurdistanê dikin ku wek her tim bi wan zext û givaşên rejîmê çavtirsandî nebin, û rêûresmên xwe bi coşek mezin ve pîroz bikin, ta ku bi deshilata serberedayî a rejîmê biselmînin ku ne tenê bi wan çavtirsandinan gelê Kurd nakeve qedeman, belku bi xebata xwe ya cemawerî û hevgirtî, li bereberê sala nû û newroza evsal, wê hewl û tekoşînê bikin da ku girtiyên xwe ên siyasî ji girtîgehên Komara slamî de der bixin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê 

21’ê Reşemeya 1391’an
11’ê Adar a 2013’an