Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandariya Mehabadê pêşî ji birêveçûna roja kedkariyê girt

15:57 - 25 Nîsan 2012


Kurdistanmedia: Basên li ser îzna rêpîvan û meşên kedkaran di roja cîhanî kedkariyê de berdewam in û Fermandariya Mehabadê îzna rêpîvana kedkaran neda.


Lig or rapora “Îlna”, “Seîd Mistefanijad”, birêbveberê “Mala Kedkarên Mehabad”ê got: “Mala Kedkaran daxwaznameyek di pêwendî li gel birêveçûna rê û resma roja kedkar, bo Fermandariya Mehabadê şandiye, lê Fermandariyê bersiva daxwaza wan û îzna birêvebirina rêpîvana kedkaran nedaye.
“Îsmaîl Heqperest”, Birêveberê Mala Kedkarî a parêzgeha Tehranê ragihandiye: “Di egera nedana îzna rêpîvanan di roja kedkariyê de, gumana vê yekê dê çêbe ku Wezareta Hundir şiyana parastina ewlehiya rêpêwanên aştîxwazane nine.
Bi gotina navbirî, pirraniya berpirsên rejîma Îranê tev pirsa kedkariyê nenas in û girîngînedan bi qata zehmetkêş a civakê, derxerê nebûna şiyana berpirsên rejîmê di pêwendî ligel rewş û pirsa kedkarên welat e.
Mala Kedkar navendek nêzîk rejîmê ye û çalakên xweser ên kedkariyê weke endamên “Sendîkaya Utobûsranî”ê li jêr çavdêriya hêzên ewlekariyê û dezgehên qezayî ên rejîmê de ne.