Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyam/ PDKÎ û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê: Daxwaz li xurtên netewa Kurd dikeyîn bi xebeta yekbûyî Newrozê Bikin cejna Rizgarî

15:45 - 18 Adar 2013

Kurdistanmedia:Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Peyama hevbeş bi boneya newroz û hatina sala nû bilav kirin.


Deqa payemê:

Hemwelatiyên rêzdar

Xelkê têkoşer ê Kurdistanê

Jin û mêrên azadîxwaz


Bi navê PDKÎ û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, em pîrozbahiyên herî germ ên cejna neteweyî a Newrozê ji we hemiyan, ên ku newrozê wek cejneke neteweyî dihesibînin û bilind radigrin, bi taybetî xortên neteweya Kurd dikin, û em hêvîxwazin ku bi xebata hevpar, em newrozê bikne cejna rizgarî û serkevtinê.
Newroz kopka agirîn a xwezayê, û hêmaya serhildan û hêza geşekirin û nûbûnê, carek din berbiniya çiya, deşt û gund û bajaran, bi têhna meşxelana bi gurrî, ya rabûn û berengariyê, dike govenda peşkên agir, û li ser xalîşînka kelha tarîtiyê, şûreya bilind ya ronahî û destanrêsiyan ava dike.
Dîroka karesatbar a neteweya me bi taybet di serdemê hevçerx de gewahyarê vê rastiyê ye ku çawan vê neteweyê, hertim û piştî têkşikana şoreşan ji aliyê ne hezan ve, waneyên newrozê kirine rêniwînê vejiyan û serhildaneke nû, û waneya azadî û hermanê li çeperên berengariyê de xwendiye.
Li dîroka siyasî ya hevçerx ya welatê me de deshilatdarên Komara Îslamiya Îranê hewil dan ku newrozê bikne boneyek bona bêhnvedan û dûrxistina xelkê li nav malên wan de, ku ew yek dijî bingeh û wateyên newrozê wek karnevalekê bo tebahî û rabûnê ye.
Komara Îslamiya Îranê bi egera naweroka îdeolojîk ya siyasetên xwe, newrozê wek metirsî û astengiyekê li ser riya xwe dizane, lewra bi mifahwergirtina ji tewaya emrazên helandin û tepeseriyê hewl daye ku pêşiya birêveçûna rêûresmên taybet bi vê boneya neteweyî li gund û bajarên Kurdistanê de bigre. Li vê derheqê de rejîm ketiye nav hewildanan de bona vê ku morala bihêz û baweriya şoreşgerane ya xelkê Kurdistanê bêxe qedeman, û tevî newrozê ku yek ji bingehên şûnasê û faktera yekbûna tev aliyên xelkê Kurdistanê ye, wan bîhanî bike.
Lê berevajiyê hezkirina wan deshilatdaran newroz li Kurdistanê wek nerîtek siyasî û civakî ya bi bandor hertim boneyek bona handana xelkê berev tebahî û hevdengî û kombûna li ser bingeha şûnas û derbasbûyiya hevpar û pêşeroja çarenûsê bûye, ku em hêvîdar in her sal ew pêvajo berfirehtir bibe, û ew cejna neteweyî bi coşeke meztir ve bihê pîrozkirin. Lewra em bi hewce dizanin ku sipasiya xwe pêşkeşî tev civatên xelkê Kurdistanê bikin, ku ji gefxwarin û zextên rejîmê netirsiyane û li vê derfetê bona eşkerekirina hesta azadîxwazaneya xwe û nîşandana nerizayetî li hember, siyasetên rejîmê mifah wergirtine.
Jin û mêrên azadîxwaz ên Kurdistanê

Li yek sala borî de, bi berçavgirtina giringiya yekrêzî û hevgirtinê bona pêngavhilgirtina berev kopka serkevtina xebata mafxwazane ya gelê me, em şahidê liv û tevgereke micid û hewlek pîroz ji aliyê xortên we li refa hêzên siyasî ên tevgera azadîxwazane ya Kurdistanê de bûn, ku her bo vê armancê û li pêxema li hev nêzîkbûna wan hêzan, lihevhatineke hevbeş li navbera PDKÎ û Komelê de hate wajokrin.
Wajokirina vê lihevhatinê ji aliyekê ve bû sedema dilxweşiya civatên xelkê Kurdistanê û ji aliyek din ve, bû sedema pêkhatin komek dijkiryarên dûr ji her cure pirensîpeke şoregerî ji aliyê beşek ji kesayetî û aliyên siyasî ên neyarê Komara Îslamiya Îranê ve, ku her du dijkiryar jî hewcehiya pêdagiriya zêdetir li ser cîbicîkirin û berfirehtirkirina xalên vê lihevhatinê zêdetir eşkere dike û dariştina pilan û bernameyên di cihê xwe de, dike erkê li ser milê me li sala pêşiya me de.
PDKÎ û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li rastaya hestkirina bi berpirsatiya dîrokî axwe di vê qonaxa hestiyar de bi armanca yekgirtina zêdetir û bihêzkirina hewlên xwe li pêxema armancên neteweyî û demokratîk ên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd, newrozê dikne hêma û nîşaneya tekoşînê bona bidestveanîna daxwazên rewa ên şoreşa azadîxwazane ya Kurdistanê.
Gelî hemwelatiyan

Li sala borî de bendîxaneyên Komara Îslamiya Îranê wek hertim bûne wargeha hewara cesûrane ya polayîn ya xortên xebatkar ên we, ku yasaya jiyana koletiyê binpê dikin û berengarî dêwê kevneperestî û dîktatoriya zal bi ser welatê me de bûn.
Em pêdagiriya li ser maf û azadiya xortên girtî ên nîştimana xwe li hemberî celadên wilayeta Feqîh wek erkê li ser milê her aliyekê dizanin. Li newroza evsal de hewce ye ku em dengê nerizayetiya xwe li hember siyaseta tepeserkerane ya rejîmê yekgirtî û bilindtir ji salên borî eşkere bikin û daxwaza azadkirina girtiyên siyasî û çalakên warê ferhengî û medenî li girtîgehên rejîmê wek duruşma serekî ya xelkê mKurdistanê bilin bikin. Bila em newroza evsal bikne derfetek bo berevanî ji tekoşerên azadî û serfiraziya neteweya xwe, û bi xebat û helwesta hevpar nîşan bidin ku dîwarê girtîgehên rejîmê gellek ji vê kurttir û lawaztir in ku hewara cesûrane ya qehremanên Kurd, li pêxema maf û azadiyên xelkê Kurdistanê de bêdeng bike.
Malbatên serfiraze şehîdan

Xebata pêdagirane û emegdariya we, li hemberî rêbaza pirr ji serfirazî ya xeortên şehîde we, serbarê tev zext û givaşên dezgehên tepeserkar ên Komara Îslamiya Îranê, li heyamê zêdetir ji sê dehikan temenê biyûm ê vê rejîmê de, bûye sedema şanaziya me û dilgermiya zêdetir ya me bona domandina xebatê heya gihîtinabi armancên bilind ên şehîdên riya rizgariya neteweya me.
Em li vê boneya nîştimanî ya pîroz carek din morala xweragirî û bilind ya we, û emegdariya we li hember rê û şopa xortên we, dikne navika hevxebatî û tekoşîna xwe ya hevpar û hêvîdar in ku bi çirrkirina hewlên hemû azadîxwazên gelên Îranê, em evsal bikne sala bidestve anîna hêviyên bilind ên tewaya cangoriyên riya azadiya Kurd û Kurdistanê.
Komeleyên xelkê Kurdistanê

Cejna newroza evsal li demekê de birêve diçe ku Komara Îslamiya Îranê li hemû warekî de di gel kirîz û alozî û serûbin bûna hêz û deshilata xwe berbirû bûye û li demên herî aloz ên temenê xwe li heyamê wan çend salên borî de derbas dike.
Beşeke berçav ji zexta wan tehrîmên aborî û gendelî û birêveberiya talançiyane ya deshilatdarên rejîma Îranê dikeve ser milê xelkê hejar û kêm dahat ên Îranê. Nebûna derfeta kar, enfilasyona (tewerom) aborî, dabezîna nirxê diravê Îranê li hember diravên bîhanî, daxistina kargehên aborî û pîşesazî û ...hwd, astê nerizayetiya xelkê li hember siyasetên rejîmê gihandiye asta herî jor, bi awayekê ku deshilatdarênrejîmê jî nikarin nigeraniya xwe li egera teqîna nerizayetiyan veşêrin.
Li rewşeke weha de ye ku tevgera azadîxwazane ya Kurd li hemû beşên Kurdistanê, li pêvajoyek bilez ya berev pêşveçûnê de ye, û doza rewa ya neteweya me li hemû parçeyên Kurdistanê berev arasteya desteberbûna pêngav bi pêngav ya mafên xwe li pêşkevtinê de ye.
Li Turkiyê hewlên çareseriya pirsa Kurd bi destpêkirina qonaxeke dilxweşker ji gotûbêj û diyalogê li navbera hikumet û nûnerên bizava neteweyî ya Kurd, rolek nû, û hêviyek bo serkevtina xebata Kurd li vê beşa Kurdistanê de nîşan dide. Li Sûriyê xebata gelên vî welatî bona herifandina rejîma dîktator ya malbata Esed, derfetek baş bona desteberbûna mafên gelê Kurd li vî welatî de pêk aniye. Li başûrê Kurdistanê jî serbarê hinek kêmûkasiyan vê herêmê berev pêşçûneke berçav bi xwe ve dîtiye û beşek diyar û giring ji mafên gelê Kurd li başûrê Kurdistanê hatine desteber kirin.
Li Kurdistana Îranê jî Komara Îslamiya Îranê li hemû herêmên din ên Îranê, bi sedema rewşa siyasî û hişyriya neteweyî ya xortên Kurd, ketiye nav tirsekê de, û bi vê sedemê jî zêdetirîn hêza tepeserkar aniye nav gund û bajarênKurdistanê de. Di ciyê xwe de ye û erkê li ser milê me hemiyan e ku li rewşeke weha de em alîkarê tekoşerên riya xebat bona dabînkirina maf û azadiyên gelê xwe bin û bi her şêweyekê ku ji dest me tê, em xizmeta pêvajoya berrev pêşveçûna xebata azadîxwazane ya neteweya Kurd li Kurdistana Îranê de bikin.
Gelî jin û ciwan û kedkar û xwendekar û xelkê tekoşerê Kurdistanê!
Bila em li newroza evsal de serdana malbatênserbilinde şehîdan û bendkiriyên siyasî bikin. Bila li vê boneya pîroz de xebat û tekoşana wan ji bîr nekin, û sozê bi wan re nû bikin ku riya pirr ji şanaziya wan bidomînin, û bi malbatên serbilinde wan û bi xelkê xebatkar ê Kurdistanê ragehînin ku heya bi destveanîna mafên rewa ên xwe palpişt û hevpêngav û hevdengê wan in.

Serkeve xebara rizgarîxwazane ya gelên Îranê
Her bilind be alaya xebata hevgirtî ya neteweya Kurd li Kurdistana Îranê
Cejna neteweyî ya newrozê li we pîroz be

Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Newroza 1392’an ya Rojî
2713’an a Kurdî