Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyeke xweşnav û nîştîmanperwer li devera Selmasê koça dawiyê kir

21:42 - 18 Adar 2013

Kurdistanmedia: Mam Esker Xelîlî kesayetiyeke nîştîmanperwerê devera Selmasê seba nexweşiyê li temen 66 saliyê de koça dawiyê kir.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Mam Esker xelkê gundê “Kozereş”ê û bavê “Bêhrûz Xelîlî” pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bû.

Mam Esker kasayetiyeke xweşnav û cihê rêzgirtina xelkê devera Selmasê roja 17’ê Adara 2013’an çû ber dilovaniya xwedê.

Mam Esker Xelîlî birayek bi navê “Ebdullrehman Xelîlî” li rêza PDK Îranê de hatiye şehîd kirin.

Mam Esker Xelîlî ji aliyê hêzên awlehiyên rejîma komara Îslamî a Îranê ve bi berdewamî jêr zext û givaşê de bû û çendîn caran jî hatiye girtin.

PDK Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Mam Esker Xelîlî” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.
Riha wî şad