Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyanî/ PDKÎ û Komele: Helwesta yekgirtina Xelkê, Kurdistana Rojhelatê kire gurriya tevgerek pêşkevtinxwaziyê

19:54 - 26 Adar 2013

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistan Îranê, li pêywendî birêveçuna Newroza 1392’a rojî li Kurdistana Rojhelatê daxuyaniyeke hevbeş bilav kirin.
Deqa daxuyaniyê:
Daxuyaniya hevbeş derheq berengariya xelkê Kurdistanê li hember hêzên rejîmê li Newroza îsal de

Xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê!

Carek din morala bilind û hesta neteweyî û helwesta yekgirtî a we bû hêvina destanrêsîyek din û dengê pêngavên we koşka serberedayiya kevneperestan hejand.
Li yekemîn demên serhildana çiloya xakelêweya evsal, û destpêkê cejna neteweyî ya newrozê, we Kurdistan kire gurriya tevgerek medenî û pêşkevtinxwazane bi dijî tarîtiya deshilateke reş û dijî mirovî, ku bo heyamê zêdetir ji sê dehikan e, hemû binemayên şûnasa neteweyî û maf û azadiyên we li jêr potînên serkût û sêdarê û helandinê de binpê dike, û li tarîtiya şevên bawerên xwe de xewnê bi nemana Kurdan ve dibîne.
Newroza evsal li demekê de dest pêkir ku Komara Îslamiya Îranê pêlek berfireh ya serkût û destbiserkirina çalakên medenî û mafxwazên Kurd rê xist û bona pêşgirtina ji her cure liv û tevgerekê ku nîşanderê zindîbûn û eşkerekirina nerizayetiyê be, hêzên tepeserkar û dem û dezgehên xwe ên ajantiyê li nav bajar û herêmên curbicur de cihgir kir.
Li rewşek weha de bû ku “Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistan” û “ Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê”, bi hestkirina bi berpirsayetiya siyasî û neteweyîa xwe li vê rewşa hestiyar de bi derkirina bangewazeke hevbeş tevî pêdagiriya li ser giringiya yekîtî û xebata hevpar a neteweyî daxwaz ji tev xelkê Kurdstanê kir ku newroza evsal bikne newroza dijî siyasetên tepeserkarane ên rejîmê û bi hilkirina agirê newrozê wek hêma û nîşaneya xweragirî û zindîbûna şoreşa neteweyî a xwe û serdankirina malbatên serbilinde şehîdan û girtiyên siyasî ên xweragir, em rêz ji tekoşîna wan bigrin û pîlanên rejîmê bona tepeseriyê û bo helandina gelê Kurd pûç bikin.
Civatên xelkê Kurdistanê!
Bi xweşî ve piştî bilavbûna bangewaza “Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistan” û “ Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê”, serbarê zextên Komara Îslamiya Îranê û zalbûna rewşa milîtarîzekirî li ser herêmên Kurdistanê de, rejîmê nekarî hêza bawer û biryarê li Kurdistanê de têk bişkêne, û çepera destanrêsî û qehremantiyê bi xortênKurd bide vala kirin.
Li rojên newroza evsal de, em şahidê vê yekê bûn ku çawan bi çeka bawer û hesta pîroz ya neteweyî hûn berengarî çekên agir û hesin bûn, û we ji gefxwarinên rejîmê bona pêşgirtin ji hevpiştî û hevxebatiya xwe li vê boneya pîroz ya nîştimanî de we xemsarî nekir.
Li bajar û herêmên curbicur ên Kurdistanê de me ew nûçe bihîstin ku we bi çalakiyên teblîxî, û serdana malbatên girtiyên siyasî ên xweragir û şehîdan, we erkê nîştimanî û neteweyî a xwe cîbicî kir û serbarê tev hewlên rejîmê, agirê newrozê bihost bi bihostên xaka Kurdistanê kiriye tirsek bo parêzerên tarîtî û kevneperestiyê.
Serbarê vê ku rejîm hewil dide ku bi danîna wêne û şûnwarên ehrîmenên cemaran û peyrewên wan, mora xwe li ser vê boneya neteweyî a Kurdan bide, lê we bi nasnameya Kurdistanî û şoreşgeriya xwe newroz we carek din wek xwe pênase kir.
Li bajar û herêmên serdeşt, Bokan, Sine, Îslamabada Urmiyê, Mergewer, û gellek ciyên din pevçûn li navbera xelkê cesûre Kurdistanê û hêzên kirêgirtî ên rejîmê de pêk hat, û xortên Kurd bi awayek qehremanane li hemberî hêzên rejîmê de berxwedanî kirin, û parêzgarî ji kerameta mirovê Kurd û qelafeta şoreşgerane ya Kurd û Kurdistanê kirin. 
We li Îlam û Qesra Şîrîn û serpêla Zehaw û Pawe û Kirmaşanê ve heta Mergewer û urmiyê, ji Sine û Merîwan û Seqizê ve, heya Mehabadê, bajar bi bajar û gund bi gundên Kurdistanê we bi îrade û helwesta polayîn a xwe nîşan da ku Kurdistan wargehê şoreşek pêşkewtinxwazane û îroyî li herêma rojhilata navîn de ye û hertim çeperek bona berxwedan û serhildan li pêxema berev pêvebirin û geşandina pêvajoya azadî û demokrasiyê li vê herêmê de bûye û dibe.
“Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistan” û “ Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê”, tevî pîrozbahiya bi boneya serkevtina we li nîşandana morala bilind ya şoreşgêrane û yekîtiya neteweyî a gelê Kurd, sipasiya xweragiriya we dike û nîşaneyên newroza evsal dikne hêvin û rênîşanderê rêkxistina xebata rizgarîxwazane bona bi encamgehandina pêvajoya tekoşîna rewa ya mafxwazane a gelê Kurd li Kurdistana Îranê.
Carek din sipas bo yekrêzî, cesûrî û hesta neteweyîa we

Serkeve tevgera mafxwazane ya xelkê Kurdistanê li pêxema mafên wan ên rewa de

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistan

04.01.1392
2713’an a Kurdî