Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesûd Barzanî di meha Îlonê de referanduma serxwebûnê lidar dixe

21:43 - 26 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Mesûd Barzanî, diyar kir ku ger Îraq tûşî dîktatoriyetek din be, emê referanduma serxwebûnê li Kurdistanê bikin.


Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, got ku niha li Îraqê nearamî heye û Nûrî Malikî desthilat di destên xwe de pawan kiriye û êdî sebra me li hember kiryarên wî nemaye.
Barzanî got, ger heta Îlonê dawî li van pirsgirêkan di Îraqê de neyê, ewê di meha Îlona îsal de berê xwe bidin gelê Kurd û referanduma serxwebûnê lidar bixe. Heweha birêz “Barzanî” amaje kir ku helwesta vê care ne mina helwestên derbasbûyî dibe, belkî em bi awayek micit vê pirsê dişopînin.
Barzanî berê jî gotibû ku ewê li dawiya dawî berê xwe bidin gelê Kurd û wê li ser degê wî gelî biryarê bistînin.