Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa hevwelatiyek Bokanê nediyar e

20:45 - 26 Nîsan 2012

Kurditanmedia: Berî çend roja hevwelatiyek Bokanê ji aliyê Îtilaatê ve destbiser bûye, tevî bidîvdeçûna malbatê, ji çarenivîsa wî tu zanyariyek di berdest de nine.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Elî Pîrotî hevwelatiyê xelkê Bokanê roja 17’ê Nîsana 2012’an, ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatiye destbiserkirin, lê tu navendek hikûmetî bersiva bidîvdeçûnên malbata wî nadin.
Piştî derbasbûna çend rojan bi ser destbiserkirina wî hevwelatiyê Kurd yê Bokanê, malbata wî ji çarenivîsa wî tu zanyariyek ninin.
Sedema destbiserkirina Elî Pîrotî, hevkarî tev yek ji Partiyên Kurd ên dijberî rejîma Îranê hatiye zanîn.