Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyeke naskirî li devera Biradosta Urmiyê çû ber dilovaniya xwedê

14:19 - 3 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Şêrzad Simko kesayetiyê naskirî û welatparêzê devera Biradost a Urmiyê koça dawiyê kir.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja 1’ê Nîsan a 2013’an, Şêrzad Simko neviyê “Simayîl Axayê Şakak” naskirî bi Simkoyê Şikak xelkê gundê “Gengeçîn”a devera Biradost a Urmiyê li temen 57 saliyê de seba nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê.
Şêrzad Simko li sala 1358 heya 1363’a rojî pêşmergê hêza berevanî a Simko bûye û birayekî Şêrzad ê bi navê Bêhzad Simko niha Pêşmergê PDK Îranê ye.
Şêrzad Simko li devera Biradost a Urmiyê kesayetiyeke xweşnav û ji aliyê xelkê rêzeke taybet ji wî dihat girtin. Şêrzad însanekî welatparêz bû û hertim wefadarê rêbaza PDKÎ bû û heta dawiya jiyana xwe tevî PDK Îranê li pêywendiyê de bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Şêrzad Simko” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.
Riha wî şad