Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Hewlêrê 8’mîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan destpêkir

14:53 - 4 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: 8’mîn xula Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li bajarê Hewlêrê ji aliyê dezgeha “ Elmedî bo ragehandin û rewşenbîrî û huner”ê hat wekirin.
Pêşangeha han bi alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanên hikûmeta Herêma Kurdistanê roja sêşemî 2’ê Nîsan a 2013’an, li parka Samî Ebdulrehman destpêkir.

Di vê pêşangehê de welatên Erebî û Ewropayî başdarin û yek mliyon û 500 hezar pertûkên zanistî û çandî û rewşenbîrî berçav dikevin.

Pêşangeh dê 10 roj dom bike.