Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDK Îranê seredana Perlemana Norwêjê kir

14:59 - 28 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Nûnerê PDK Îranê li Norwêjê seredana parlemana wî welatî kir û tevî komîteya kar û barên derve û berevaniyê a Perlemanê hevdîtin pêkanîn.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 26’ê Nîsana 2012’an, birêz “Ezîm Elyasî” Berpirsê pêwendiyên Partiya Demokrat li Norwêjê, seredana perlemana wî welatî kir û ji aliyê birêz “Pîter Skuvholt Gîtmark” Endamê Komîteya Kar û Barên Derve û Berevaniyê yê Parlemanê û serbi lîsteya Feraksiyûna Partiya Muhafizekar ve hat pêşvazîkirin.
Di rûniştina han de ev pirs hatin ber bas:

Rewşa Îran û Kurdistanê

Rewşa devera Rojhilata Navîn

Gohertinên Sûriyê

Siyasetên derve ên rejîma Îranê bi giştî û siyasetên rejîmê di devera Rojhilata Navîn de bi taybetî

Siyasetên PDK Îranê li ser rewşa Îran, Kurdistan û deverê

Kongireya neteweyên Îranê

Siyasetên derve ên Norwêjê li hember Îranê

Pêwendiyên her du partiyan di pêşerojê de