Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji jinên kedkar re hurmet û cudahî bidawî werin

16:28 - 28 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Seroka Yekîtiya Jinên Kedkar xwazyara pêşgirî ji derxistina jinên kedkar, pêşgirî ji cudahiya heqdestê kedkarên jin û mêr, cudahiya pîşeyan û cudahiyên din li dijî jinên kedkar bû.


Suheyla Cilodarzade, Seroka Yekîtiya Seranserî a Jinên Kedkar dibêje: Ji bo bidestxistina mafên jinan di warên cur bi cur ên civakî de, gerek yasayek piştevanî bihê pesendkirin û çaksazî di hukmên cuhadiyê de û li ser esasa parastina hurmet û kirameta jinan.
Bi gotina navbiriyê, mafên sinfî ên jinên kedkar ev in: Pêşgirî ji derxistina jinna li ser kar, nehiştina girêbestên pêmanî û demkî, wajoya sipî “girêbestên bê bîme û cihê guhertinê ji aliyê xwedîkar ve” pêşgirî ji cudahiya heqdest di nava kedkarên jin û mêr, pêkanîna ewlehiya pîşe, pêşgirî ji cudahiya pîşe, dameszirandina jinên serperestê malbatê, pêşgirî ji temisandina jinên kedkar ên ezeb, piştevanî ji jinan di şeklên kedkarî û şêvran bo bidestxistina powandên hewce, nehiştina cuhadiyêna bo jinên xanenişînkirî di heqdest û mafên xwedîtiya zarokan.
“Cilodarzade” ê ku di roja kedkaran de aw axaftin kirin, xwazyara ewlehî di warên pîşe, hurmet û parastina kirameta mirovî ji bo jinan bû.